Zekeriya û keça xwe Firişte bi stranan Efrînê bibîr tînin

Bi boneya yekemîn salvegera dagîrkirina bajarê Efrînê, malbateke Efrînê ku di warê hunerê de xebat dikirin, ew jî mîna malbatên Efrîniyan ji warê xwe koçber bûn û niha li bajarê Qamişlo cih digrin. Di yekemîn salvegra wê roja reş de, malbata Zekeriya Efrîn bi stranên li ser Efrînê wê rojê li bîra xwe tînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi boneya yekemîn salvegera dagîrkirina bajarê Efrînê, malbateke Efrînê ku di warê hunerê de xebat dikirin, ew jî mîna malbatên Efrîniyan ji warê xwe koçber bûn û niha li bajarê Qamişlo cih digrin. Di yekemîn salvegra wê roja reş de, malbata Zekeriya Efrîn bi stranên li ser Efrînê wê rojê li bîra xwe tînin.

Di yekemîn salvegera dagîrkirina Efrînê de, Zekeriya Efrîn û malbata xwe ku berî 2 rojan ji derbasûbûna artêşa Tirkiyê ji Efrînê derketin û heval, xwedî û bîranînên xwe li paş xwe hiştin û tenê rahiştine Gîtara xwe û berê xwe dan bajarê Qamişlo. Malbata Zekeriya malbateke hunerî ye, hevjîna wî û keça wî jî hunermend in di salvegera dagîrkirina Efrînê de bi stranên li ser Efrînê wê rojê li bîra xwe tînin.

Firişta keça 13 salî dema me pirsa heval û dibistan û mala wan li Efrînê kir, hêsiran rê nedan û gotinên wê di qirika wê de mane asê, lê ew di wê baweriyê de ye ku nêzîk Efrîn dê li xelkê xwe vegere.

Yara hevjîna Zekeriya jî dibêje ku xelkên Efrînê bi civat û şevbuhêrkan navdar in, loma li bajarê Qamişlo Efrînî li hev kom dibin û civatên xwe li dar dixin. Yara ku ewjî stranan dibêje,wan rojên reş li Efrînê bi xemgînî li bîra xwe tîne, lê dîmena herî balkêş ku ji bîra wê naçe, dema dengê firokeyan dihat, keça wê ya biçûk Sirûşte lîstoka xwe himbêz dikir da ku gule lê nekevin û dema ji Efrînê derketin, Sirûşte jî lîstoka xwe bi xwer e anî.

Zekeriya dibêje ku wan li Efrînê bi kedeke dirêj û di heyama çend salan de karîbûn malekê ava bikin û gelek projeyên hunerî ji xwe re danîbûn, lê kesên ji tariyê hezdikin ew proje û xewnên wan têk birin, lê tevlî wê jî moralên wan bilind in û ew geşbîn in ku nêzîk dê li Efrîn û zeytûnên xwe vegerin.