Şêwekarên jin pêşangehek li kolana Kobanê vekir

Cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê pêşengegek li bazara Kobanî tê li darxistin. 32 şagirtên hunera şêwekariyê bi 83 tabloyan pêşengahek di kolana Tilel a Kobanî de birêve dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanî

Cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê pêşengegek li bazara Kobanî tê li darxistin. 32 şagirtên hunera şêwekariyê bi 83 tabloyan pêşengahek di kolana Tilel a Kobanî de birêve dibin.

Bi cilûbergên Kurdî 32 şagirtên hunera şêwekariyê yên jin pêşengahek di kolana Tilel de di nava bajarê Kobanî de birêve dibin. Rengên jiyana xwe û êş û azarên Kurdan bi tiliyên xwe li ser tabloyan xêzkirin ta ku bûyerên jiyanA rojane, şer û rola jina Kurd bilge bikin.

Pişengeha ku 83 tablo li xwe digre, di bin durişma “Çîrok ji we de û reng ji me de” bi rêveberiya mamosteyê şêwekariyê Mihemed Şahîn her wihe di bin sîwane Desteya Çandê ya Kobanê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava birêve diçe.

Li gor Komîta Amedekar, armance wan ji lidarxistine vê pêşengahê di vê taxê de ew e, ta ku hunera xwe derbasî nav civakê bikin û ji bo moralên şagirtan jî bilind dibe, gava bi hazaran ji xelkê deverê encamên karê destên wan dibînin.

Di demên dawî de li bajarê kobanî ji aliyê nifşên nû ve giringî bi çand û hunerê tê dayîn ku hajmereke mezin û bi teybet ji jin, ciwan û zarokan xwe fêrî şêwekarî û mûzîkê dikin û gelek navendên perwerdê jî li bajêr ava bûne, jî bilî navandên fermî û peymengahan.