Avestayê xalata Azadiya Derbirîn û Ramanê wergirt

Xelata Azadiya Derbirîn û Ramanê ya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê ya 2019an bo Weşanxaneya Avestayê hate dayîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Xelata Azadiya Derbirîn û Ramanê ya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê ya 2019an bo Weşanxaneya Avestayê hate dayîn. Xwediyê weşanxaneyê Abdullah Keskîn ev xelat diyarî Şîrîn Tosunê ji ber axaftina Kurdî hatibû kuştin û apê Ekrem Yaşliyê ku rûbirûyî tundûtujiyê mabû kir.

Xelata Azadiya Derbirîn û Ramanê ya îsal ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê ve, di çarçoveya 38. Pêşangeha Pirtûkên Stenbolê ya Navneweteyî ve hate dayîn, Weşanxaneya Avestayê wergirt. Weşanxaneya Avestayê ya ku bi çapa berhemên dîrok û edebiya Kurdan jî tê zanîn li Tirkiyê li beramberî zor û zehmetiyên gelek dijwar dimîne û di sala borî de jî 14 pirtûkên wê ji aliyê dadgehê ve hatibûne qedexekirin. Xwediyê weşanxaneyê Abullah Keskîn xalata Azadiya Derbirîn û Ramanê ji destê Serokê Cemiyeta Rojnamgerên Tirkiyê Turgay Olcayto wergirt. Keskîn, di axaftina de xelata wergirtî diyarî Şîrîn Tosunê ku li bajarê Sakaryayê ji ber ku bi Kurdî axivî bû û ji aliyê girseyekê ve hatibû lînçkirin û bi şûn de jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dabû û li apê Ekrem Yaşliyê ku 74 salî bû û li nexweşxaneya Çanakkaleyê ji ber ku ew jî bi Kurdî axivî bû û rûbirûyî tundûtujiyê mabû kir.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ji K24ê re got: "Belkî ne tene ji bo Avesta ji bo hemû Kurdan ew e ku yekem rojnameya Kurdî Kurdistan li vî bajarî derketiye. Jîn li vir derketiye. Kurdan gelek karên xwe yên Kurdî nexasim ênkulturî li vî bajarî kirine. Û piştî sed kusir sal îro em dibînin, tevî hemû zehmetiyan, zehmetiyên ku ji bo wan derxistin îro belkî, ji bo me zêdetir derdixin lê ew inyad heye. Ez hêvîdarim 100, 200 û 500 salên din jî ev ê dom bike û ji bo dom neke jî sebep tûne. Îro nişan da ku eger em piçekî berxwe bibinin piçekî li ber xwe bidin û karên xwe bi ciddiyet bikin em ê karibin di vê rêyê de serkeftinên din jî bidest bixin. Ez kêfxweşim ku tradisyona Kurdistan û Jîn li eynî bajarî dom dike. Helbet ne tene b Avesta bi dehan dezgehên din jî hene û tr,işte ji destê me tê jî em dikin."

Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê Kenan Kocaturkê ku derbarê xelata bo Avestayê hatiye dayîn de ji Kurdisan 24ê axivî û diyar kir; di proseseke wisa hasas de dayîna xelatekê bo weşanxaneyeke ku bi çapên xwe yên li ser wêje û dîroka Kurdan tê zanîn cesaretê dixwaze. Lê em didin û ji bo me ya herî giring ew e ku mafê azadiya derbirin û ramanê ya van hevalan hatiye binpêkirin.

Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê Kenan Kocaturkê dibêje: "Heta niha 14 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê bi rêyên der yasayî hatine qedexekirin. Hem ji aliyê aborî ve ev heval hatine mexdurkirin û hem jî mafên azadiya derbirinê ya ramanê hatiye binpêkirin. Me ev xelat ji bo hevkariyekê daye Avestayê. Ya rastî em her sal hêvî dikin ku maf neyên binpêkirin û em jî van xelatan nedin. Lê mixabin ev yek pêk nayê û ji sala 1995an ve raportên li ser binpêkirina mafên azadiya derbirîn û ramanê amade dikin. Bi vê rêyê jî em nexşeya mafên azadiya derbirîn û ramanê derdixin holê."

Weşanxaneya Avestayê ev 23 sal in li Tirkiyê çapa pirtûkên bi Kurdî û Tirkî dike. Hejmara van pirtûkên Kurdî û Tirkî ên li ser dîrok û wêjeya Kurdan derketiye ser 600î. Tenê di sala par de 14 pirtûkên wê ji aliyê dadgeh û serdozgeran ve li dereyî yasayan hatin qedexekirin û biryarên berhevkirina wan pirtûkan hatin ragihandin. Lê digel van zor û zehmetiyan jî weşanxane gava xwe bi paş de navêje û li ber xwe dide û çapkirina pirtûkên bi Kurdî berdewam dike.