Bi dengên keç û lawê Cemîl Horo dubare stranên folklorî tên tomarkirin

Ji bo pêkanîna arşîveke nû ya ji stranên gelêrî ên Efrînê, kurê dengbêjê bi nav û deng Cemîl Horo, hunermend Elî Cemîl Horo û xwişka wî Sultan Xan dest bi xebatekê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Piştî şerê Sûriyê û dagirikirina Efrînê gelek stran, kaset û plakên Kurdî hatin dizîn û talankirin. Ji bo pêkanîna arşîveke nû ya ji stranên gelêrî ên Efrînê, kurê dengbêjê bi nav û deng Cemîl Horo, hunermend Elî Cemîl Horo û xwişka wî Sultan Xan dest bi xebatekê kirin. Bi vê xebatê ew armanc dikin ku stranên rîtmîk ên gelêrî bêne parastin û ji nifşên nû re bên danîn.

Hunermend Elî Cemîl Horo, kurê dengbêjê bi nav û deng yê Cemîl Horo, piştî ji Efrînê koç kiriye ev demeke li Stenbolê dimîne, ligel hejmarek ji hunermend û mûzîkjenên Efrînê projeya dubare tomarkirina stranên folklorî û bi taybet ên Efrînê dane pêşiya xwe. Li gorî Elî Cemîl Horo dibêje, piştî şerê li Sûriyê dest pê kir, hemû stranên Efrînê ên folklorî bi tûnebûnê re rûbirû mane. Ew jî dixwazin van stranên ku di serdema şer de hatine tarûmarkirin, careke din bi şêweyekî profesyonelî tomar bikin û li raya giştî oparve bikin, da ku nifşên nû jî kari bin jê sûdê wergirin.

Elî Cemîl Horo ji K24ê re got: "Em dixwazin ev staranên me yên gelêrî werin parastin. Ji ber ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, hemû stranên me yên Kurdî, kaset û plak hemû hûnda bûn û hatin şewitandin. Ji ber wê, me di nav hev de civînek xwe çêkir ku em karibin stranên xwe biparêzin û ji bo gelê xwe pêşkêş bikin."

Di nava projeya tomarkirina stranên Efrînê ên gelêrî ku hemû staranên govendê ne, keça Cemîl Horo, Sultan Xan jî cih digire û distire.

Keça dengbêj Cemîl Horo Sultan Xan wiha axivî: "Klamên folklorî ku em distirin û pê radibin pir tişt heye. Hevalok hene, reqs hene ev yek hemû em naxwazin li erdê bimîne. Dixwazin tim ji qiçik qiçikê me re bimîne."

Aranjorê projeya Stranên Gelerî ên Efrînê Rênas Kurdax jî diyar dike ku dixwazin wek feylesofan gotiye çanda Kurdan ya cuda bi hemû cîhanê bidin naskirin.

Rênas Kurdax dibêje: "Ji her çar parçeyê Kurdistanê terza Efrînê cuda ye. Ji aliyê melodîk û rîtimê ve. Ji ber wê tiştê me xwest ev tiştê mayî hûnda nebe. Ji ber ku gelek stran ji sedî 50 hate windakirin. "

Li gorî amadekarên projeya stranên gelerî ên Efrînê ji bilî vê projeya yekemîn ya li ser rîtman, ew ê 4 projeyên din jî çê bikin. Projeya duyemîn wê li ser dîlanên Efrînê be ku zêdetirî sed cureyên dîlanê hene. Proja sêyem jî li ser hevalokan ku ew stran jî li ser serê bûk û zavayan tê gotin. Herwiha digel projeya stranên zarokan ên kevnar wê projeyek jî li ser serdoriya destan û lawikên Kurdî bê amadekirin. Ew armanc dikin ku bi vê xebata xwe arşîveke çanda Efrînê ya kevnar tomar bikin, ji bo nifşên nû