Navdarên Kurd: Dildar

Îro rojbûna helbestvanê mezin ê gelê Kurd, hozanê sirûda mîllî ya Kurdistanê “Ey Reqîb” Dildar e. Navê Dildar îro li her çar perçeyên Kurdistanê deng dide. K24 bi egera 99 saliya Dildar jiyanameya wî pêşkeş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro rojbûna helbestvanê mezin ê gelê Kurd, hozanê sirûda mîllî ya Kurdistanê “Ey Reqîb” Dildar e. Navê Dildar îro li her çar perçeyên Kurdistanê deng dide. K24 bi egera 99 saliya Dildar jiyanameya wî pêşkeş dike.

Yunis Dildar helbestvanê nîştimanperwer û xwediyê sirûda (Ey Reqîb) e. Mixabin ew kêm jiya û di jiyana xwe ya şexsî da xwedî qedereke reş bû. Bexteweriyê ti carî li deriyê wî neda.

Navê wî yê rastîn “Yunis Reûf Dildar” e. Kurê “Mehmûdê Mela Seid” e ku li Koyê (Başûrê Kurdistanê) bi navê malbata “Xadim Elsecadeyin“ tên naskirin. Navê dayika wî jî “Zehwe Xûrşîd Efendî” ye.

Yunis di 20ê Sibat a sala 1918an de dema ku li Kurdistanê giranîyek mezin di rojeva jiyana xelkê da bû li bajarê Koyê hat dinê. Ji zarokatiyê ew zarokekî jîr û jêhatî bû. Carna behsa hinek bûyerên çaxê zarokatiyê ji dayika xwe re dikirin û dayika wî jî wiha jêre digot:“ Role fikrit zor tîje... emanet çûn le bîr mawe_ Lawo hizra te gelek bilind e, vana çawa li bîra te mane?“.

Belê çavên Dildar hertim li pey peydakirina rastiyan digerîn. Hê zarok bû ku malbata wan ji Koyê koçkirin.

Dildar di temenê çar saliyê de nexweşiyeke giran digire û piştî rabûna ji nava nivînan jî ji ber teisîra nexweşiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê jî zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baş biaxive.

Nexweşiya Dildar demekê li “Kela Hewlêrê” di bin çavdêriya doxterekî da tê çareser kirin. Di derbarê jiyana wan salan de Dildar di bîranînên xwe de wiha dibêje: “ Tevî ku em feqîr û di xaniyên kirayê da rûdiniştî jî lê qenaet û razîbûn dirûşma me ya jiyanê bû. Ez li ser vê qenaetê hatim perwedekirin, min li cihê şirîniya jiyanê, tehlî kişandin e... yanî dikarim gelek bi hêsanî bi mercên jiyana xwe re, xwe rêk û pêk bikim û bi nexweşiyan li hev bikem.”

Beriya şerê cîhanê malbata wan li bajarê Koyê dewlemend bûn, lê ji ber zor û stemên leşker û kar bi destên dewleta Osmanî rewşa aboriya Kurdistanê têk çûbû. Dildar di nava hejarî û xembariyê da mezin dibe. Ew di bîranînên xwe de behsa hêsirên dayika xwe dike ku ji bo birayê xwe yê îdamkirî, dirijandin. Bi vêre Dildar hêdî-hêdî derdên bindestiya netewa xwe jî nas dikirin. Hikayet û çîrokên “Fatime Seyîdî” û dayika wî ya dilovan, Dildar dibirine nava deryayek kûr ku bixwe re bifikre û derdora xwe baştir nas bike.

Beriya her xwîndingehekê wî ji zimanê dayika xwe dersên Kurdayetiyê wergirtin. Berevajî piraniya zarokan Dildar ji bo çûyîna xwîndingehê digiriya û hertim ji dayika xwe re wih digot:“Ez jî dixwzim mîna hemû zarokên din herim mektebê... hûn çima min naşînin dibistanê?”.

Sala 1926an dema ku ew ji Hewlêrê vedigerîn bajarê Koyê Cewadê birayê wî ji ber nexweşiyekê dimire û ji wê salê pêde jî Dildar di sala 1927an de di temenê 9 saliya xwe da dest bi xwîndina xwe ya dibistanê dike. Bi vê re ew gehiştibû mezintirîn xweziya xwe.

Sal derbas bûn û Yunis baştir xwe nas kir. Di hundirî mejjîyê wî da şoreşek mezin çêbibû. Hez dikir ku di nava kulanan de bazbide û bi dengekî bilind bêje:“ Ez Kurd im, ez Kurd im”

Vê şoreşê xirûr û xeyretek wisa mezin dabûyê ku nedikarî wesfa wê bike. Xwenaskirina wî ya yekê Kurdbûna wî û ya duyê jî ew hîn bû ku çawa silehê bikar bîne. Van du tiştan bi temamî şoreşek gelek bihêz di hizr û ramanên wî da pêkanîn. Gelo pirs di vir daye ka çima çek, sileh û Kurdbûn?! Çima Kurdbûn li gor pîvanên wê demê ji Kurdekî re girîng bû?

Belkî sedemek ew bû ku hingî hissên netewî mîna îro geş û bihêz nebûn. Kurd neçar bûn ku tenê bi şer û tifingê hebûna xwe mîna netewekê li hemberî hêrêşên gelên din biparêzin.

 

Dildar û Pirtûk

Ji sala 1933an Dildar dest bi xwîndina dîwana Hacî Qadirê Koyî kir û qesîdeyên şaêrên mîna Ewnî, Racî, Asî û Husênî jî dixwendin û tev ezber dikirin. Piştre helbestên Wefayî, Kurdî, Bêkes, Zîwer û Pîremêrd jî bi hûrbînî xwendin û piraniya wan jî ezber dikirin.

Herwiha Dildar li ser dîroka şoreşa Firnsê, dîroka Yûnan, “Kurd û Kurdistan” a Emîn Zekî Beg, “Dîroka Mîrekdarên Soran, Baban û Mûkriyan” ya Seyîd Husên Hûzinî ku bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, dest bi lêkolîn û xwîndinê kir.

Dema ku Dildar bi hûrbînî dîwana Nalî jî dixwîne êdî şêir û edebiyat di mejiyê wî de cihekî taybetî ji xwe re peyda dikin.

Bi vî rengî Hacî Qadirê Koyî ew ber bi cîhana nîştiman perweriyê û Nalî jî cîhana evîn û dildariyê li pêş berî wî vekirin.

Rojekê wî xwe îmtihan kir ka dikare helbestekê binivîse an ne? Wî destpêkir. Gelek westiya lê di dawiyê da helbesta yekê li ser dayika xwe danî ku qesîdeyek 15 beytî bû. Bi vî rengî ew jî ket nava cîhana helbestvanên ciwan yên wê serdemê.

Aliyekî din yê jiyana Dildar hez û çalakiyên wî yên ji bo gûherandinên siysaî û civkî ne. Wî gundî li dijî axayên mişexwer vedixwendin dijberiyê. Lê feqîr û cotiyar jî bi xwe bawer nebûn. Ev karê wan Dildar gelek êşandiye. Dildar li ser vê taybetimendiya gundiyan wiha dibêje:“ Ev bêbaweriya han taybetmendiyeke di nava gelê cahêl û nezan da, taybetiya ku mezintirîn mîkrobe di laşê mirovan da, di nava xwîna vî laşî da dijî“.

Dildar baş çînên civaka xwe nas dike. Ji bona wê jî di derbarê çîna hejar û gundiyan da wiha dibêje: “ Ger bi hûrbînî li kesayetiya feqîr û gundiyan binêrî, gelek tiştan yê jê bistînî. Berî her tiştekî divê pêre rast bî, ji xeynî tiştên ku dibîne û dibihîse, tiştekî din di jiyanê de nizane. Çimkî nexwende û nezanin. Di jiyanê de hê jî di serdema çandinê da dijîn û bi zevî, kevneşopî û zikê xwe ve pir girêdayîne. Hîviya nûkariyê ji wan nayê kirin û ew bi çavê berjewendiyên giştî li ti tiştekî nanêrin... ev sedem bese ku tebîeta çarpîyan bi wan re hebe.”

Yunis Dildar hebûna xasiyet û taybetmendiyên wiha di nava Kurdan de bi wê sedemê ve girê dide ku ji mêjda cîranên Kurdan text û tacê wan yê kiyanî û serbestiyê ji holê rakirine û bi rêya serok eşîretên Kurd, xweşî û hevgirtina di navbera wan de ji holê rakirine.

Dildar ji zarokatiyê heya roja ku wefat kir, hertim bi delîl û mentiq li pey bersiva pirsên xwe yên bêdawî bû. Carna diçû mizgeftan û di nava feqîyan da li ser nivêj û ola Îslamê bi wan re diaxivî û pirs ji wan dikirin. Ji wan re digot:“ Êwe îbadetî ewham deken, werin têmbigeyînin ke dîn çiye”

Ji ber van munaqişe û pirsyarên bêdawî bû ku mele û feqîyan tûhmeta kafiryê didan pal wî û ew bi cehnemê tehdîd dikirin.

Dildar û Îdeyên wî

Dildar bihayekî giran dida xwîndin û zanistê. Wî dixwest navê bajarê Koyê (bajarê edeb û hunerê) hertim di nava navan de zindî bimîne.

Wî hertim li ser bihayê jiyana vê cîhanê wiha digot: “Jiyan derfetek pir bihagiran û bi qîmete. Divê em bi xem û mejî mijûlkirinê wê ji dest nedîn, çimkî ev jiyan careke din ji mere venagere.”

Dildar xwîndina xwe ya dibistan û navîn li bajarên Raniye û Koyê bi dawî anîn. Piştre xwîndina xwe ya lîseyê jî li bajarê Kerkûkê bidawî anî. Sê sal xwîndina li Kerkûkê jiyan û ramanên wî digûherîne. Li Kerkûkê digehije serê gopkê çiyayê xemilandina hizr û bîrên xwe. Êdî ew di salên ciwaniyê da jî xortekî xwîn germ û bi armanc e. Dildar ti rojek nebû ku li ser evîna welatê xwe yê bindest neçe nava deriya fikr û ramanên kûr û dûr. Şahkarên xwe yên bêmirin di wan salan de afirandin.

Sala 1937an dema ku Dildar hê xortekî 19 salî bû bi komek ji xwîndevanan re komela bi navê (Darker) damezirandin. Armancên danîna komelê siyasî bûn. Ji ber wê jî piştre navê komelê kirin “Hizbî Hîwa” ku nemir Refîq Hilmî serokê wê yê giştî û Dildar jî mîna sekreterê giştiyê partiyê hate hilbijartin. Hizba Hîwa nekarî zêde kar û xebatên xwe bidomîne û ji salên 40an û pêda hilweşî. Dildarê ciwan vê carê berê xwe da ramanên Marksîzimê û mîna mirovekî çeprew dest bi çalakîyên xwe yên siyasî û civakî kir. Herçend ew xwediyê bîr û rayên sosyalîstî bû lê endamê ti partî an jî rêxistineke siyasî nebû. Kovara „Gelawêj“ yek ji wan kovaran bû ku helbestên Dildar bi berdewamî têde dihatin weşandin.

Dildar di wan salan de yek ji wan helbestvanên ciwan bû ku xwe ji Kilasîzimê dûr dixist û rêbaza Romansîzimê di helbestên xwe de peyrew dikir.

Mirov dikare bêje ku Dildar helbestvanê vegûhastinê bû an jî di helbesta Kurdî ya nû de helbestvan Herdî mîna destê rastê yê Goran û Dildar jî bi destê wî yê çepê tên hesibandin(tên dayîn).

Dirûşma Dildar ya Taybetî

Dildar di rêbaza jiyana xwe de xwedî dirûşmek taybetî bû. Wî hertim wiha digot:“ Mademkî ez Kurdim, divê Kurd ji hemû kesekî zîrektir û baştir bin.” 

Gotineke wiha hesreteke mezine ku xweiyên xortekîne ji bo pêşkeftin û serkeftina gelekî bindest.

Helbestên Dildar pirin, lê di nava hemû helbestên wî de şêira bi navê “Ey Reqîb” ji tevan naskirîtir e. Li rex hemû berhemên wî yên hêja helbesta “Ey Reqîb” bi tena serê xwe bese ji bo nasandin û zindîmayîna nav û xizmeta mamosta Dildarê ku evîndarê serfiraziya netewa xwe bû. Ew li dijî çewsandina hemû netewan bû.

Ger “Ûjîn Botê” bi marşa xwe ya “Intirnational” bê naskirin, Dildar jî bi helbesta xwe ya bi nave “Ey Reqîb” tên naskirin.

Herçend helbestên Dildar yên din jî pirin û piraniya wan jî ji aliyê hunerî û şêwazê ve ji wê helbestê dewlemendtir û pêştirin, lê ji ber ku naveroka wê helbestê li ser çewsandina netewî û berxwedana Kurda ya li hemberî dujiminan e û Dildar li ser vê raya xwe pir bi îsrare, riheke nemirî daye vê helbestê. Dildar tenê dikare bi vê helbesta xwe bibe bi “Marslîz”ê netewa Kurd. Çimkî Dildar karî mîna nûnerê nivşekî genc rolekî bi kêr û fer bilîze û helbestên wî mîna çirayekî rêyên tarî ron dikin.

Dildarê Parêzvan

Dildar di jiyana xwe ya kurt da zû di nava dilê xelkê reş û rût da cihekî taybet ji xwe re vekir. Çimkî wî hertim xwe di çeperê çîna hejar û çewsandiyên civakê da didît û piştgîriya wan dikir. Sala 1940an li bajarê Bexda çû kulêca hiqûqê û di sala 1945an de bû parêzvan. Dildar mirovekî merd, cesûr û malê dinê li ba wî bêqîmet bû. Mîna parêzvanekî bi şev û rojan ji bo çareserkirina pirsgirêjên xelkê di nava liv û lebatê da bû bêy ku ji xelkê dawa pere an jî mafekî bike. Ew mîna parêzer kesekî lêhatî û bi hêz bû. Yasanas bû û zagûnên hiqûqî baş fêm û şirove dikirin.

Ew bi reş û taziyên civakê re bû û heya dawiyê di parastina mafên wan de bi îsrar û li kêleka wan nelivî.

Dildar hê nezewicîbû lê li gor gotina mamosta Mesûd Mihemed ew evîndarê keçekê ya bi navê “Behiye Ferecellah Kurdî” bû. Lê li cem kesî behsa vê evîna xwe nekiriye!!.

Dildar him di qada şiyarkirina gelê Kurd û him jî mina sekreterê partiya Hîwa xwedî rolekî siyasî ye jî. Wî hertim digot:” Gel mîna trimbêlekêye ku bêlêxûr (şofêr) nabizive”.

Ji aliyekî din jî Yunis Dildar mîna helbestvanekî pêşkevtinxwaz ji her sê qûnaxên şêirê derbas bûye. Yanî di destpêka helbestvaniyê da bi helbesta kilasîk destpêkiriye, piştre kete nava cîhana romansîyetê û di helbestên xwe de çi tiştên xweşik û şefaf ku hebûn, bikar anîne. Ev bedewî di helbestên( Lawî Kurdan, Tûtnewan, Ey Kurd, Xendekey Bayî, Gulî Sor, Mindalî Hîwa û Kurdistan) û yên din de tên dîtin. Piştre jî dest bi gotina helbestên çînayetî kir û têde li ser çewsandina gundî û cotyaran diaxive ka çawa ji aliyê axa û begên Kurd ve tên çewsandin. Di helbesta bi navê” Tûtinwan” de behsa tûtinvanekî dike ku çawa bi zehmetek mezin tûtinê diçîne, pêre diweste û di dawiyê da jî berê ked û xebata xwe ya çend mehan pêşkêşî bazirganên belaşxûr dike.

Di wê serdemê de karekî wiha ji aliyê Dildarê ciwan û nûgehiştî ve xebatek pir girîng e.

Ger ecela mirinê derfet bida, Dildar yê di cîhana helbesta Kurdî de xwe bigehenda sere çiyayê herî bilind.

Bihara sala 1948an rayedarên dewleta wê demê ji Dildar dawa kirin ku bibe bi mûdîrê herêma Sengeser. Herçend hingî pejirandina karekî wiha destkevtek mezin jî bû, lê Dildar daxwaza dewletê nepejirand. Piştre parêzvaniya fermandariya Raniyê jî red kir. Sedem jî ew bû ku Dildar ji xwe re nedijî, belkî hemû wext û heta canê xwe jî ji bo berjewendiyên nivşên paşerojê danîbûn.

Dildar li Kerkûkê xwendevan bû. Sala pêncemîna amadeyî bû , ku bi nêrînên xwe yên niştiman perweriyê helbesta “Ey Reqîb” afirand. Ev helbesta wî jî mîna helbestên din heya radeyekê bênav û nîşan bû, lê piştî ku di sala 1946an da komara Kurdistan hat damezirandin bi tewsiya Pêşewa Qazî Mihemed û birêveberên Komara Kurdistanê awazek jêre hat danîn û bi awayekî fêrmî mîna “Marşa Netewî” di helkeftên millî da hatiye gotin. Dildar hê sax bû ku ev helbesta wî mîna “Marşa Netewîya Kurd” hat bi nav kirin.

Dildar bi helbesta xwe ya navdar (Ey Reqîb) de mîna wênekêşekî wijdana civaka serdema jiyana xwe ye. Hissên wî yên netewî jî di cewherê vê helbestê da nasnameya Kurdpeweriya wî didin xuyanîkirin.

Belê helbesta wî ya herî xweşik û xweş di Kerkûkê de ji dayik bû û li Mehabadê bû marşa netewîya hemû gelê Kurdistanê.

Helbestên Dildar (ku destnivîsa wî bixwe bûn û niha jî li cem birazîyên wî mane), piştî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn li sala 1983an hatin weşandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961an û carekê jî li sala 1971an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr hatiye weşandin.

Yunis Dildar ji temenê 20 saliyê û pêde bîranînên xwe nivîsandine ku tenê para yekê ji fewtînê rizgar bûne û du parên din dema ku ew hê sax bû, wenda bûne. Mirov dikare bêje ew yekemîn kese ku dest bi karekî wiha girîng kiriye. Belê xweziya hemû nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd bi girîngiya karekî wiha bizanin û ew jî mîna Dildar bîranînên xwe ji bo nivşên piştî xwe binivîsin.

 Mirineke Xemgîn

Demeke dirêj bû ku Dildar ji ber êşên Romatîzim û dil nerihet bû, lê li rex hemû nerihetiyan dîsan jî karê xwe yê wekaletê didomand û ji paşerojê re pir bi hîvî bû.

Di rewşeke wiha de barekî din li ser milên wî zêde bû: Dema Asefê birayê wî jî di temenê 42 saliyê da wefat kir, êdî berpirsyartiya zarokên mala birê wî jî ketin ser stoyê wî.

Roja 12ê Mijdara sala 1948an Dildar dema ku li sînemaya Hemra(li bajarê Hewlêr) mijûlî temaşekirina filma “Selahedînê Eyyûbî” bû, ji ber êşa dilê xwe ji sînemê derket, lê berî ku bigehije nexweşxanê li nava kulanên bajar bêhiş ket. Herkesî texmîn dikir ku ew ji ber vexwarinên elkolîk bêhiş ketiye. Ji bona wê jî ew dereng gehandin cem doxtor. Dema ku çend kesan ew gehandin wira jî doxtorê nûbedar amade nebû.

Bi vî awayî Dildar ku di nava civata rewşenbîr û siyastmedarên Kurda da kesekî naskirî bû, bêy ku kes wî nas bikin bêkes û xwedî çû ber dilovaniya Xwedê.

Yunis Dildar hemû hêza mêşk, dil û zimanê xwe di rêya azadî û bexteweriya Kurdan de derbas kir. Çira pirşenga helbestvanê me yê millî di temenê wî yê herî ciwaniyê da vemirî.

Dildar di demsalekê da ku mîna dareke bi ber bû, gulên wê dibişkûvîn, jiyanê têde ji nûve pel didan, mixabin gula wî ya ciwaniyê hilwerî û çira jiyana wî vemirî.

Roja 12ê. 11 sala 1948an li bajarê Hewlêrê axa mûqedesa Kurdistanê laşê wî yê paqij ji xwe re kiribû mêvan. Mêvanê ku xweziyên wî pir bûn, lê hesreta wî ya herî mezin çêbûna dewleteke Kurdî û bexteweriya gelê Kurd bû.

Cihê daxbariyê di vir daye ku di hemen salê da ji xeynî Dildarê canemerg edîb û dîroknivîsê navdar Emîn Zekî Beg di 10.07.1948, Zîwer helbestvanê behredarê Kurd di 10.11.1948an û Fayêq Bêkes jî di 18.12.1948an de koça dawiyê dikin.

 

 

Ey Reqîb

Ey reqîb her mawe qewmî Kurd zuban

Nay rimênê daneyî topî zeman

 

Ême roley rengî sor û şoreş în

Seyrîke xiwênawîye rabûrdûman

 

Ême roley Mîdya û Keyxosrew în

Dînman ayînmane nîştiman

 

Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe

Zîndûwe hîç nanewê alakeman

 

Çend hezar lawanî Kurdî ner reşêr

Bûn be qûrbanî û hemûyan nêjran

 

Lawî êsta hazir û amade ye

Canfîda ne canfîda ne canfîdan

 

Lawî Kurd helsane ser pê wek dilêr

Sa be xwîn neqşî eken tacî jiyan

 

Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe

Zîndûwe hîç nanewê alakeman

 

Çavkanî: gotara Kakşar Oramar