Li Kobanê yekem pêşangeha pirtûkan hate vekirin

Pêşengeh du rojan berdewam dike, herwihe li gel wê jî dê semînarên cuda di haman cihî de jî bêne lidar xistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li bajarê Kobanê yekemîn pêşengeha pirtûkan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê yê Herêma Feratê tê hat vekirin. Di pêşangehê de zêdetir ji 4 hezar pirtûkan tên numayişkirin.

Pêşengeha pirtûkan ku cara yekemîn li bajarê Kobanî tê vekirin, gelek weşanxane û pirtûkxane ji deverên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar in.

Di pêşangehê de, hejmarek ji rewşenbîrê Efrînê yên koçberî Kobanê bûne, pirtûkên girêdayî bi çanda Herîme xwe numayiş dikin.

Li gor Komîteya Amedekar dibêje, armanca wan ji vekirina vê pêşengehê ew e, ta ku hevdîtinek di navbera pirtokxaniyên deverê çê bibe, herwihe çanda kirîn û xwendina pirtûkan bêhtir belav bibe.

Pêşengeh du rojan berdewam dike, herwihe li gel wê jî dê semînarên cuda di haman cihî de jî bêne lidarxistin.