NY Festîvala Kurewî ya Fîlmên Koçê lidar xist

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji aliyê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekgirtî ve Festîvala Kurewî ya Fîlmên Koçê hate lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji aliyê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekgirtî ve Festîvala Kurewî ya Fîlmên Koçê hate lidarxistin. Fîlmên Festîvalê, di derheqê hêvî û zehmetiyên koçê de, di derbarê jiyanên nû yên penaberan de fikr da mirovan û ew rewşa wan raxist ber çavan.

Li cîhanê ji zêdeyî 100 welatan nêzî 400 fîlm di çarçoveya Festîvala Kurewî ya Fîlmên Penaberan de tên pêşandan. Di Festîvala Fîlmên penaberan de ku ji aliyê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekgirtî ve hate sazkirin de Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî pêşangehek hate lidarxistin û fîlm hatin pêşandan. Ev fîlm li ser jiyana penaberên ku li welatên cuda cuda di nava şertên û mercên zor û zehmet de jiyana xwe didomînin û ji bo xwe jiyanake nû damezrînin tên pêşandan.

Berdevka NYyê a Tirkiyeyê Ya Rêxistina Koçê Lanna Walsh ragihand, ew ji bo entegrasyon û başkirina jiyana penaberan dixebitin û ji bo ku ew balê bikşînin ser koçê jî ev festîval sazkirine

Berdevka NYyê a Tirkiyeyê ya Rêxistina Koçê  Lanna Walsh ji K24ê re got: "Niha li Tirkiyeyê zêdeyî 3.5 milyon penaber hene. Wekî Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekgirtî em dixwazin bi projeyên cuda cuda xwe bigihijînin penaberan. Proje zêdetir ser entegrasyona penaberan ve birêve diçin. Ji bo her projeyêke cuda, mekanîzmayeke cuda ya alîkariyê heye û em armanc dikin bi van projeyan xwe bigihijînin zêdetir penaberan."

Ji aliyê din ve di festîvalê de ji bilî fîlmên dirêj gelek kurtefîlm jî hatin pêşandan ku yek ji wan jî bi navê "Abu Adnan" bu. Di kurtefîlm de Penaberekî ji Sûriyeyê SayÎd li Denmarkê destûra rûniştinê werdigre û ligel kurê xwe adnan jiyana nû ava dike. Dema neçarî fêrî zimanekî nû dibin jî bav dibinê ku kurê wî zûtir bi bişavtinê re rûbirû dimîne.

Temaşevan Firat Keskîn got: "Pir girîng e ku çalakiyeke wisa li Tirkiyeyê hate lidarxistin. Gelek penaber li welatê me hene û em dibînin ku di warê koçê de kêşeyeke mezin heye û kêşeya wan ya herî mezin jî li gor min ziman e. Ev festîval jî vê yekê bi rêya pêşangeh û fîlman nîşanî me dide."

Welatî Nejla Can Guler dibêje: "Ez ji sala 2006an ve bi mijara koçê re eleqedar im û min di vê beşê de kar dikir. Herwiha ez wêneyên penaberan jî dikşînim û ji ber vê yekê jî min xwest îro werim vê festîvalê. Fîlmên festîvalê birastî gelekî hêja ne ku mirov bi saya wan rewşa penaberan ji nêz ve dibine."

Herwiha ev Festîvala Kurewî ya Fîlmên Penaberan di sala 2016an de Ajansa Koçê ya Neteweyên Yekgirtî da destpêkirin û her sal gelek fîlmên ser penaber û kêşeyên penaberan tên pêşandan.