Nivîskareke Kurd bêyî biçe dibistanê 2 roman çap kirin

Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ku yek rojê neçûye dibistanê, lê kariye 2 pirtûkan çap bike û di rêûrsmekê pirtûkên wê hatin pêşkêşkirin, ew yek jî bûye cihê balkêşiya xelkê û rewşenbîran dibêjin, divê rêz vîna keseke wiha were girtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ku yek rojê neçûye dibistanê, lê kariye 2 pirtûkan çap bike û di rêûrsmekê pirtûkên wê hatin pêşkêşkirin, ew yek jî bûye cihê balkêşiya xelkê û rewşenbîran dibêjin, divê rêz vîna keseke wiha were girtin.

Mehtab Hatimî ji bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û Li bajarê Ormiyê di rêûresmekê de perde ji ser 2 pirtûkên wê yên bi navê “Du Gîtarjen” û “Dagîrkirina Dil” hat rakirin.

Mehtab Hatimî tevî ku neçûye dibistanê, di temenê 12 saliyê de bi hevkariya malbata xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye û di temenê 14 saliyê de dest bi nivîsandinê kiriye.

Nivîskar Mehtab Hatimî dibêje: “Di baweriya min de, heger bawerî û armanca mirov di her warekî de hebe û kar û xebatê bo wê bike, bêgûman dê biser bikeve. Di her mirovekî zindî de behreyek heye, heger bi wê behreya de biçe, tekez dê biser bikeve.”

Kesên di rêûresmê de beşdar bûne sersamiya xwe nîşan dan û ji çend rewangehan ve li karên Mehtab dinêrin û dibêjin Mehtab kariye wê yekê biçespîne ku vîna jinê ya serbixwe heye û dikare di hemû waran de pêşeng be û wê têgeha ku dibêje jin tenê dikare kebaniya malê be bişkîne.

Nivîskar Mehtab tevî çapkirina 2 pirtûkan, 7 romanên wê yên din jî hene ku ji ber sedemên darayî ta niha nehatine çapkirin. Ji ber wê jî beşdarên wê rêûresmê daxwaz dikin ku rêz vîna wê keça Kurd bê girtin û aliyên pêwendîdar hevkariya wê bikin.