Weşanger: Kurd li şûna pirtûkên Kurdî, yên Tirkî dixwînin

Weşanger: Pêwîst e Kurd êdî li gel zimanên dî bi zimanê xwe jî binivîsînin û bixwînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

38emîn fuara navnetewî ya pirtûkan li Stenbolê bi qerebalixek mezin berdewam dike. Di vê fuara ku zêdetirî 800 weşanxane beşdar bûne de weşangerên Kurd radgihînin Kurdên stenbolê eleqeyeke gelek kêm nîşanî pirtûkên Kurdî didin. Weşangerên Kurd herwiha diyar jî dikin piranîya welatiyên Kurd li şûna pirtûkên bi zimanê Kurdî hatîn nivîsandin, pirtûkên derbarê Kurdan de lê yên ku bi zimanê Tirkî hatîn nivîsandin dixwînin.

Mezintirîn fuara pirtûkan ya Tirkiyeyê li Stenbolê bi beşdariyek mezin berdewam dike û di vê fuarê de nêzîkî 10 weşanxaneyên Kurdî jî beşdar in. Li gel eleqeya kêm ya ji bo pirtûkên Kurdî eleqeyek zêde ya welatiyên Tirkiyê bo pirtûkên tirkî hene. Di vê fuarê de li gel weşanxaneyên dî yên Kurdî weşanxaneya Hîvayê ya ku bi taybetî ji bo zarokan pirtûkan çap dike jî cihdigire û li ser van standan ji çîrokên Kurdî bigirin heta pirtûkên perwerdeyê gelek pirtûk li benda zarokan e. Berpirsê vê weşanxaneyê Şivan Zeren radgihîne Kurd bi qasî metirsiya li ser zimanê Kurdî, giringiyê nadin zimanê xwe û jiber bişaftin û tirsê jî Kurd berê zarokên xwe nadin pirtûkên Kurdî.

Berpirsê Weşanxaneya Hîva Şivan Zeren ji K24ê re got: ''Li vê derê ez berê xwe didim hin mamoste xwendekarên xwe dihêle aliyekê û bi dizî tên li pirtûkên Kurdî dinerin da ku ji kare xwe neyê avêtin.Zarokên Kurdan dema li gel hevalên xwe yên Tirk tên vêderê li pirtûkên Kurdî dinêrin ew jî hinekê bi tirs û dudiliyê de lê pirtûkan dinêrin. Zarok hema bêjê hîç pirtûkên Kurdî nakirin.Carinan ew dê û bavên ku hinek hişmendiya Kurdî l inik wan heyî ji zarokên xwe û derdora xwe pirtûkan dikirin. Bi tevahî em bêjîn eleqe gelek kêm e.''

Li gor gelek weşangerên Kurd piranîya welatiyên Kurd li şûna pirtûkên bi zimanê Kurdî hatîn nivîsandin zêdetir pirtûkên derbarê Kurdan de lê yên ku bi zimanê Tirkî hatîn nivîsandin dixwînin.

Weşanger Behattîn Aktan dibêje: ''Tişta ku welatiyên Kurd dixwazin Kurd in lê ne bi zimanê Kurdî ye, dîroka Kurdan elê ne bi zimanê Kurdîye. Ev jî pirsgirêkek mezin e. Em jî hewl didin wê tiştê bişkînin, hêdî hêdî em berhemên xwe jî werdigerînin Kurdî. Em jî dixwazin weşanên xwe bi Kurdî û li gel wê bi tirkî jî bikin.''

Piraniya Weşangerên Kurd diyar dikin her çiqes li Stenbolê nêzîkî 5 milyon Kurd bijîn jî eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî gelekî kêm e û pêwîst e Kurd êdî li gel zimanên dî bi zimanê xwe jî binivîsînin û bixwînin.