Ekterê Kurd Kemal Dilşad koça dawiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermend û ekterê Kurd Kemal Mihemed Mustefa yê bi navê Kemal Dilşad dihat naskirin, duhî li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Hunermend Kemal Dilşad xelkê bajarê Silêmaniyê ye û ji dayikbûna sala 1945an e, ji bilî karê hunerî, wek mamosteyê dibistanê xizmet bajarê xwe dikir.
Ekterê Kurd Kemal Dilşad di dramayên Jale, Nime Xan, Rîhane, Guljîn û Xeyal Rustem de list û beşdarî di çendîn karên din ên şano û sînemayê de jî kiribû.
S. B