44 sal bi ser koçkirina helbestvanê Kurd Qedrî Can re derbas dibin

Îro, 44 sal bi ser koçkirina nixuriyê kovara Hawarê Helbestvan Qedrî Can re weke ku Mîr Celadet Bedirxan ew binav kiriye, derbas dibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro, 44 sal bi ser koçkirina nixuriyê kovara Hawarê Helbestvan Qedrî Can re weke ku Mîr Celadet Bedirxan ew binav kiriye, derbas dibin.

Ebdilqadir Ezîz Can ku bi navê Qedrî Can dihat naskirin, di sala 1911an de li gundê Dêrika çiyayê Mazî yê ser bi bajarê Mêrdîn ve ji dayik bûye û li wer qonaxa xwendina xwe ya seretayî  û navendî bi dawî kiriye. Herwiha li bajarê Qonya li mala mamosteyan, ligel hevalê xwe Reşîdê Kurd xwendiye.

derbarê jiyan û wêjeya Helbestvanê Kurd Qedrî Can programa Roj Başê mêvanderiya Helbestvan Evîn Şikakî kir, di programê de Şikakî behsa wêje û qonaxên herî giring di jiayana Qedrî Can de kir, herwiha behsa berhemên wî hate kirin.

Di sala 1931an de bi sedema têkçûna şoreşa Şêx Seîdê Pîran û  zordariya Tirkiyê neçar dibe ligel hevalê xwe ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, mîna gelek rewşenbîr û siyasetmedaran birevin û li bajarê Amûdê ji aliyê saydayê Cigerxwîn tê pêşwazîkirin, li wir tevlî komeleya Xûybûnê dibe û dest bi karê siyasî dike.

Helbestvanê Kurd Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta xwe bi navê "Riya Taze" nivîsand û weke pêşengê Helbesta Kurdî ya nûjen tê naskirin, ji ber ku ew yekemîn kes bû dest bi nivîsandina helbesta Kurdî ya nûjen kir.

Di sala 1957an de Qedrî can ligel grûpek ciwanên Kurd diçe Moskoyê û beşdariyê di festîvala ciwanên navdewletî de dike, li wir serdana nemir Mela Mistefa Barzanî dike û helbestekê xwe diyarî wî dike.

Piştî Barzanî ji Moskoyê vedgere, Qedrî Can serdana wî li Bexdayê dike û helbesta xwe ya binavê "Şêrê Welat"  jê re dixwîne, helbest bi dengê hunermendê Kurd Hesen Şerîf ve hate gotin û deng veda, di wê helbestê de dibêje:

Şêr hat welat Şêr hat Welat

Roja Kurdistanê Helat

Migîn li we Barzanî hat

Qedrî Can gele berhemên wêjeyî li pey xwe hêştine, ji wan Dastana Helbestan, wergerandina romana Şivanê Kurd a nivîskar Erebê Şemo, Elfebaya Kurdî û gelek berhêm din. Di sala 1939an bi keçekê Tirk re li Şamê zewacê dike û sê zarokên wî çê dibin, ew jî Serwer, Şêrîn û Mizgîn.

Helbestvanê Kurd Qedrî Can di 9 Tebaxa 1972an de li Şamê koça dawî dike û li gorîstana Şêx Xalid  Neqeşbendî tê veşartin.