Di sedsala 19. de Şairekî Kurd Hacî Qadîrî Koyî

Şaîrê Kurd Hecî Qadîrê Koyî di sala 1815an de li Başûrê Kurdistan bajarê Koyê ji dayik bûye. Di dema Dewleta Osmanî de rastî gelek sirguniyan hatiye.
kurdistan24.net

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Stenbolê konferansek li ser helbestvanê Kurd Hacî Qadîrê Koyî hat sazkirin. Di konferansê de ji Zanîngaha Bîlgîyê Doç. Dr. Bulent Bîlmez, Zanîngeha Exterê Ferhengi Qederî, Zanîngeha Amsterdamê jî Dr. Merîvan Kanî beşdar bûn. Di axaftinên beşdarvanan de Helbestvanê Kurd wek şaîrekî modern hat binavkirin û li ser koçkirina wî hat sekinandin.

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê konferansek bi navê "Di sedsala 19'emîn de Şairekî Kurd Hacî Qadîrî Koyî" saz kir. Axaftinvanên koferansê bi tevahî li ser jiyan, helbest û şêwazê helbestvanê Kurd Hacî Qadîrî Koyî rawestiyan.

Şaîrê Kurd Hecî Qadîrê Koyî di sala 1815an de li Başûrê Kurdistan bajarê Koyê ji dayik bûye. Di dema Dewleta Osmanî de rastî gelek sirguniyan hatiye. Herî dawî koçî Stenbolê kiriye. Helbestvanê Kurd di sala 1897an de çûye ber dilovaniya xwedê.

Di sedsala 19'emîn de gotinên sîyasî û civakî yên Dewleta Osmanî û Kurdistanê, jiyan û bandora Hacî Qadîrê Koyî ya li ser rewşenbîrên Kurd, di helbestên şaîrê Kurd de modernîzim û di helbestên Hecî Qadîrî Koyî de sirgun û netewîperwerî hat nîqaşkirin.

Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan diyar kir kû şaîrê Kurd di alîyê modernîzm û netewîperwerîyê de bêhempa ye.

Ji axaftinvanên konferansê Ferhengî Qederî ku keseke Rojhilatê Kurdistanê ye, şaîrê Kurd Hecî Qadîrî Koyî  wek sembola madernîzma Kurd nîşan dide.

Bulent Bîlmez, amaje bi wê yekê kir ku şaîrê Kurd di nav Dewlete Osmanî de sembola Kurdperwerîyê ye. Di ser mirina helbestvanê Kurd re 120 derbas bûyê lê ew hê jî di dilê Kurdan û lêkolînvanên zankoyan de  de zindî ye.