Festîvala derhênerên jin birêve çû

Li Enqere 1.emîn Festîvala Derhênerên Jin ên Sînemayê hate kirin û gelek fîlmên derhênerên jin hatin nişandan. Di festîvala derhênerên jin da, liser pirsgirêk û astengîyên li pêşîya derhênerên jin nîqaş hatin kirin û ji bo peydakirina piştgirîya fînansî jî, gotûbêj hatin kirin.

K24- Enqere

Li Enqere 1.emîn Festîvala Derhênerên Jin ên Sînemayê hate kirin û gelek fîlmên derhênerên jin hatin nişandan. Di festîvala derhênerên jin da, liser pirsgirêk û astengîyên li pêşîya derhênerên jin nîqaş hatin kirin û ji bo peydakirina piştgirîya fînansî jî, gotûbêj hatin kirin.

Di festîvalê de, liser sînemaya civakî jî, gotûbejek hate kirin û akademîsyen dan zanîn, ku li Tirkîye bi guhertina konjuktura sîyasî, êdî liser pirsa Kurd, zêde fîlmên civakî nayên kişandin û derhêner naxwazin, xwe  zêde tevlî mijarên civakî.

Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê ji alîyê Şaredarîya Çankaya û Sinemazonê ve 1.emîn Festîvala Derhênerên Jin yên Sînemayê hate kirin. Festîvala ku di 18ê Çileyê da dest pê kir û heta 22yê Çileyê berdewam kir da ji 20î zêdetir kurtefîlm, dirêj û belgefîlmên derhênerên jin hate nişandan û çendîn panel, gotûbêj û xebatên atolyeyê jî hatin kirin. Her wiha di festîvalê da di du beşan da xelat jî hatin dayîn.

Koordînatora Festîvalê Gulten Taranç li ser armanca "Festîvala Derhênerên Jin yên Sînemayê" dibêje, ew dixwazin fîlmên derhênerên jin bigihîjinin temaşevanan û ji bo derhênerên jin piştgirî û fon peyda bikin.

Gülten Taranç -Koordînatora Festîvalê- got:"Em bi rîya vê festîvalê him dixwazin fîlmên jinan bidin naskirin û him jî ji derhênerên jin ra piştgirîya fînansî peyda bikin. Her wiha em dixwazin pirsgirêkên derhênerên jin nîqaş bikin û rîyên çareserîyê bigerin. Em hêvîdar in ku vê festîvalê her sal çêbikin."

Akademîsyen Doç. Dr. Sevcan Sönmeza ku him li ser derhênerên jin û him jî li ser di fîlmên sînemayê da mijarên bîr, bîra civakê, bibîranîn, birûyêhevketin û travmayên civakî xebatên akademîk dike, di panelê da da zanîn ku li gorî derhênerên mêr karê derhênerên jin dijwartir e û gelek pirsgirêk û astengî li pêşîya wan hene. Sonmez dibêje, di proseya aştî û çareserîyê da li ser meseleyên Kurd, Ermen û mijarên polîtîk gelek fîlmên baş yên civakî hatine kişandin, lê belê di van salên dawî da bi guherîna konjuktura sîyasî êdî zêde fîlmên civakî jî nayên kişandin.

Doç.Dr.Sevcan Sonmez-Akademîsyen- got:"Di sînemayê da travma û bîra civakî gelek bala min dikşîne. Piştî salên 90î û salên 2000î di sinemaya Tirkîyeyê da li ser mijarên tabu yên

wek pirsa Kurd, Ermen û bi travmayên civakî ra birûyêhevketin fîlmên baş hatin kişandin. Di proseya aştîyê da jî fîlmên baş hatin kişandin. Lê belê ev mijarên giran in, ji loma jî niha em zêde fîlmên civakî nabînin."

Li Tirkîyeyê her sal bi dehan festîvala fîlmên neteweyî û navneteweyî tên lidar xistin û wê îsal jî 68 festîvalên fîlman bê kirin. Ji van festîvalan jî bi taybetî festîvala derhêner û fîlmên jinan yên wek Uçan Supurgeyê yanê "Gêzika Gerok" wê cara 23em, Fîlmmor jî wê cara 18em bête kirin.