Pêşangeha kevirên Diyarbekir hat vekirin

Li Diyarbekirê di mûzexaneya nava Keleha Diyarbekirê de pêşangeha kevirên Diyarbekir hat vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di mûzexaneya nava Keleha Diyarbekirê de pêşangeha kevirên Diyarbekir hat vekirin. Xwediyê pêşangehê Mahmut Nurettîn Medyelîogullari dibêje wî xwestiye berhemên dîrokî yên Diyarbekir ji nu ve li ser kevirên Diyarbekir binexşîne û bide nasîn.

Li Diyarbekir gelek şûnwar û berhemên dîrokî hene ku ev hemû nirxên çandî bedewbûn û xurtbûna xwe deyndarê kevirê Diyarbekirê ne. Kevirên Diyarbekir ango kevirê bazalt ku kevireke volkanîk e di deste hosteyek Diyarbekirî de dîsa aliyê xwe yê dîrokî nîşan dide. Hosteyê kevirên Diyarbekir Mahmut Nûrettîn Medyelîogullari ji kevirên Diyarbekir berhemên rengên Diyarbekir ên çandî û dîrokî çêdike û van berhemên xwe jî bi pêşangehekê pêşkêş dike.

Mahmut Nurettîn Medyelîogullari ji K24ê re got: "Di kargeheke biçûk de min berhemên xwe çêkirin. Li wê derê min nedikarî bidim pêşandan. Ev 15 sal in ku vê xebatê dikim. Bi rastî xebateke gelek giran e û ji bo vî karî sebir pêwîst e. Min hemû berhemên xwe bi çakûç û bizmaran bêyî ku makine bi kar bînim çêkirine."

Pêşangeha ku 14 Gulanê de ji bo serdêran hatî vekirin dê heta dawiya meha Gulanê jî vekirî be. Serdêrên ku çav bi berhemên ji kevir dikevin jî amaje dikin ku divê ne tenê li Diyarbekir, lig elek bajarên din jî ev rengên Diyarbekir werin pêşandan û danasîn.

Xwediyê Pêşangehê û hosteyê kevirên Diyarbekir Mahmut Nûrettîn amaje dike ku pêşangeh organîzasyoneke demkî ye; lê ew dixwaze xebatên wî bi awayeke mayîn de werin pêşandan û ji bo vê yeke jî daxwaz dike ku ji bo berhemên ji kevir muzexaneyeke mayînde li nava Sûrê were dirustkirin.