Çand û hunera Kurdî ya dîrokî: Dengbêjî

Dengbêjî bingeha dîrok û wêjeya gelê Kurd a devkî ava dike û bi saya dengbêjan ev dîrok û wêjeya devkî digehe nifşên nû.

Omer Faruk Atalay / K24 – Agirî

Li her çar parçeyên Kurdistanê çanda gelê Kurd ya herî kevnar, dengbêjî li ber pergala nûdem li ber xwe dide. Dengbêjî bingeha dîrok û wêjeya gelê Kurd a devkî ava dike û bi saya dengbêjan ev dîrok û wêjeya devkî digehe nifşên nû.

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Agiriyê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê dawiya her heftiyê dengbêj li hev dicivin û bi stranên xwe yên gelêrî ligel welatiyan demek xweş diborînin.

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê Fehmî Atmaca diyar kir ku zivistana herêma Serhedê gelek dijvar û dirêj e û welatî demên xwe bi guhdarîkirina dengbêjan diborînin.

Atmaca got, armanca wan ew e ku, dengbêjiyê biparêzin: "Dengbêjî li ba me tiştekî gelekî girîng e. Lê îro ji bo çi dengbêjî pêş de neçûye? Berpirsyarê vê yeke dewlet e. Ev 90 sal e ku dewletê ev çand qedexe kiriye, perçiqandiye û nehiştiye serê xwe bilind bike."

Dengbêjên ku li dîwana Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê de cih digrin amaje bi wê yekê dikin ku dengbêjî di her warî de parçeyek bingehîn a ji jiyana wan e. Dengbêjek ji K24ê re wiha dibêje: "Dengbêjî çanda me ya Kurmancan e, dengbêjî eşqa me ya Kurmancan e. Ez ji bavê xwe re bibêjim dengbêjî eşq e, em jî aşiqê  Kurmancan e. Dema ku min di ciwaniya xwe de kilam digotin herkes kelogirî dibû, loma ji min re digotin “yaw bes e  te em perîşan kirin.”

Dengbêjekî din jî wiha axifî: "Min di zaroktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir. Dema ku tu di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê nekî tu nikarî dengbêjiyê  bike. Dengbêjî ji me re jiyan e, dengbêjî ji me re evîn e."

Yekî din jî nerîna xwe wiha tîne ziman: "Min şagirtî ji dengbêjan re kiriye. Ez bi wan re digeriyam. Yanî ji çiraxiyê re bi Kurdî dibêjin şagirtî. Ez şagirtê Ehmedê Hêliksan im. Nêzîkî 20-22 sal in ku di nava cemaeta Kurdan de dengbêjiyê dikim."

Herwiha dengbêjan diyar kir ku, ew ê deng û stranên dengbêjên bi nav û deng, wekî Şakiro, Kavîs Axa, Qerapetê Xaço û hemû dengbêjên Kurd bidin jiyandin. Herî dawî dengbêjî di çanda Kurdan de cîhekî gelek girîng digire û ji bo vê yeke jî li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin heye.