Pirtûka "Tibba Mela Mihemedê Ervasî" hat Latînîzekirin

Di sedsala 17. de ji aliyê Mela Mihemedê Ervasî ve hatiye nivîsandin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Kurdan di gelek warên zanistê de berhemên girîng dane ku yek ji van berheman  pirtuka bi navê Tibba Mela Mihemedê Ervasî ye ku di sedsala 17. de ji aliyê Mela Mûhemmedê Ervasî ve hatiye nivîsandin. Pirtuka di derbarê tendirustiyê de ye niha jî ji aliyê nivîskar Mele Birhanê Tarînî ve hatiye latînîzekirin.

Kurdan di kurahiya dîrokê de di derbarê gelek beşên jiyanê de berhemên girîng pêşkêş kirine ku yek ji van beşan jî beşa tibbê ango tendirustiyê ye ku beriya 300 salan li Bakurê Kurdistanê berhemeke girîng hatiye nivîsîn. Ev berhem pirtuka bi navê TIBBA MELA MIHEMEDÊ ERVASÎ ye ku di derdora sala 1690an de hatiye nivîsîn. Ev pirtuk bi tîpên Erebî bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Pirtuka k udi heman demê de dermanname ye jî ji aliyê Nivîskar Mela Birhanê Tarînî ve hatiye hatiye Latînîzekirin û ji nû ve hatiye çapkirin. Mela Birhanê Tarînî dibêje ji ber bexwedîtiya çand û dîroka Kurdan berhemên wiha ku gelek hene hatine paşguhxistin.

Nivîskar Mela Birhanê Tarînî li ser vê pirtûkê ji K24ê re got: "Çar sal berê ez dûv dest xetan ketim. Min çend destxetên kurê Mele Fehîmê Ervasî peyda kir.Paşê min got ezê Latînîze bikim. Behsa xwezaya Kurdistanê dike, di xwezaya Kurdistanê de kîjan nebat hene. Kîjan nebat bo kîjan nexweşiyê tê. Kîjan nexweşî giran e, kîjan nexweşî sivik e. Behsa vê yeke dike."

Berhevkarê  pirtûkê balê dikêşe ku Pirtûkek ku 300 sal berê derbarê tendirustiyê de bi zimanê Kurdî hatî nivîsîn nîşaneya dewlemendiya zimanê Kurdî ye jî. Mela Birhanê Tarînî dibêje ev xebat di heman demê de bo wan aliyên dijberiya zimanê Kurdî dikin jî wek bersiveke xurt e.

Mela Birhanê Tarînî dibêje: "Em dizanin ev yekem dermannameya bi Kurdî ye. Katip Çelebî jî dibêje bajarê Kurdan bajarên ji aliyê nebatan ve dewlemendin. Welatê Kurdan welatek cihê zanist û çandê ye. Ev jî dide nîşan ku zimanê Kurdî çiqas dewlemend e."

Pirtûka ku ji 84 rûpelan pêk tê di demê ku hatî nivîsîn de jî sûd daye xelkê û di pirtukxaneya Ervasî de cih girtiye lê  orjînala pirtukê di roja me de nayê zanîn ku li kuderê ye. Hinek alî jî îdda dikin ku pirtûk di arşîvên Osmaniyan de cih digire lê ji ber ku bi Kurdî ye rê nayê dayîn ku ji aliyê lêkolîneran ve were dîtin.