Çemê Dîcle navend û dilê Kurdistanê ye

Abdurrahman Onen ji K24 re nivîsî... Çemê Dîcle-2 (Ji Êlihê heta Xabûrê)

Abdurrahman Onen ji K24 re nivîsî...

Çemê Dîcle-2 (Ji Êlihê heta Xabûrê)

Taybetîyeke Çemê Dîcle jî ew e ku di nav sê perçeyên Kurdistanê re derbas dibe: Ji Bakur dest pê dike, dikeve nav sînorê Rojava û derbasî nav sînorê Başûr dibe. Zêyî Biçûk jî ji Rojhilat tê û li nav Başûr tev li Dîcle dibe.

Çemê Dîcle li devera ku sînorê Bismil, Êlih, Stewrê û Kercewsê digîhêjin ser hev ber bi rojhilat ve difitile û di ber Heskîfê re derbas dibe.

Çemê Xerzan (122 km), ji sînorê di nav Hezo (Kozluk), Sason (Qabilcewz) û Motkan (Mutki) dest pê dike, di rojhilatê Hezo (Kozluk) re derbas dibe û li rojhilatê Qûbînê (Bişêrî) ber bi başûrê rojhilat ve dizîvire. Çemê Xerzan li derdora gundên Heskîfê (Hasankeyf); Dêrhab (İncirli) û Kêdilê (Yolüstü) tev li Dîcle dibe.

Çemê Botan, ji devera ku Çemê Miksê û Çemê Şaxê digîhêjin ser hev, ji sêgoşeya sînorê Xezxêr (Pervari), Miks (Bahçesaray) û Hîzanê dest pê dike. Çemê Kindîk (Ava Mezin) li derdora sînorê Xezxêr û Xizxêrê (Şirvan) tev li Çemê Botan dibe. Çemê Botan, ji Derbenda Qesrîkê û heta Bîlorîsê di nav derbendên pir teng, kûr û asê re derbas dibe. Pira Kêpê (Narsuyu) ya li jêrê Xezxêrê, Pira Kilîsê (Umurlu) ya hîn li jêr û pira li derdora Zivzik (Dişlipınar, gundê Xizxêrê) li deverên çem yên herî teng û kûr hatine çêkirin.

Çemê Taxgermav, Çemê Şêx Cuman û Çemê Kezer li pê hev rêz dibin û ava van çeman li rojhilatê Misircê, li bakurê rojhilatê Bînofê (Yürekveren) tev li Çemê Bedlîsê dibe. Çemê Bedlîsê li başûrê Beytîlê (Yuvalı, gundê Misircê) tev li Çemê Botan dibe. Çemê Botan, li derdora Tilan (Çattepe, gundê Misircê) tev li Çemê Dîcle dibe.

Çemê Dîcle, di navbera Mûwel (Kelekçi, gundê Sêrtê) û Girê Dara (Ormanardı, gundê Dihê) de ber bi başûr ve dizîvire. Çemê Dîcle di navbera Hitme (Boyuncuk, gundê Basa) û Hespistê (Yarbaşı, gundê Hezexê) de ber bi başûrê rojhilat ve dizîvire. Çemê Dîcle li vê deverê di nav Kerboran (Dargeçit) û Basa (Güçlükonak) de dibe sînor, Kerboran li rojava û Basa jî li rojhilatê Çemê Dîcle dimînin.

Çemê Rîsor (Rûbarê Sor, Kasrik çayı), piştî derbenda Qesrîkê, di navbera Zêwik (Ulaş) û Stewrikê (Çatalköy) de tev li Dîcle dibe. Çemê Dîcle, di ber Cizîrê û seranserê rojavayê Deşta Silopî re derbas dibe

“Bi devoka heremî Rîsor ango "Rûbarê Sor". Rîsor di navbera hin gundên eşîra Batûyan ên di navbera Çîyayê Gabar û Çîyayê Cûdî de dimînin de diherike, nezî bîst û penç km diherike û diçe ser Çemê Dîjleyê. Bingeha Rîsor, ji hin gundên başûrê navçeya Dihê ya Sêrtê dertê û xwe di navbera gundên eşîra Batûyan Mila Kêrî, Tolik, Memîra, Gelîyê Gurdila (ev gund bi eslê xwe Misircî ne) berdide nava gûndê Dêrgulê, Şawîşa, rojhilatê Bêsûke, Çemê Şemo û Gelîyê Qesirkê, di bin pira Xan Mahmûd a dîrokî re derbas dibe.” (Abdurrahman Billik)

Çemê Hîzil (Roy Hîzil) li rojavayê Zaxo tev li Çemê Xabûr dibe. Çemê Xabûr, piştî ku Çemê Hîzil tev lê dibe, li başûrê rojavayê Silopî, li rojavayê Korowa (Ovaköy, gundê Silopî) tev li Dîcle dibe.

Çemê Dîcle piştî ku ji nav Cizîra Botan derdikeve, dikeve nav sînorê rojavayê Kurdistanê û piştî ku Xabûr tev lê dibe derbasî nav sînora başûrê Kurdistanê dibe.