Festivala belgefilman film Amed destpêkir

Festîvala Belgefîlman FîlmAmed a 7'emîn dest pê kir. Festîvala ku di navbera 8 û 12'ê Gulanê de hatiye pergalkirin, bi 44 belgefîlman derdikeve pêşberî welatiyan. Festîvala ku bi piştgiriya çend sazî û dezgehên sivîl û civakî ket sala 7'an; bi pêşandana belgefîlmên başûr, bakûr, rojhilat, rojava û gelek bajarên Ewropa û Tirkiyeyê dewam dike. Rêveberên Festîvalê û derhêner dibêjin; FîlmAmed her sala derbas dibe; bi naveroka xwe xurttir dibe.

K24-Amed

Festîvala Belgefîlman a 7'emîn FîlmAmed, li Diyarbekirê dest pê kir. Di festîvala îsal de jî belgefîlmên ku piraniya derhênerên wan Kurd in, ji bo welatiyan tê pêşandan. Destpêka pêşandanê, bi çîroka penaberiya Kurdan dest pê dike. Ev çîrok, ji bo kesên ku xewn û xeyalên wan di Deryaya Egeyê de difetisin, hatiye nivîsandin û dilêşiya çend ciwan û malbeteke başûrê vedibêje. Ev belgefîlm, bi sernavê; "Gavên Nediyar" pêşkêşî temaşevanan hatiye kirin. Yek ji berpirsiyarên FîlmAmedê Çinar Dogan dibêje; her ku diçe; xeleka li dora vê festîvalê zêdetir dibe.

Çinar Dogan-rêveberê Fîlmamedê, got:"Festîval, ji aliyê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê amadekirin. Akademî 2-3 meh in li ser vê festîvalê dixebite. 44 belgefîlmên me hene û piranî jî li ser mafên mirovan, li ser mafên jinan û bexwedana jinan hatine kişandin."

Çîrokeke din a ku bûye mijara belgefîlmê, çîroka "Kurdên Tokyoyê" ye.  Di belgefîlmê de di ser malbateke Kurdên Rojava de penaberiya li Tokyoyê hatiye nîaşndan û tê diyarkirin ku 1500 Kurd bi awayekî penaber û di şert û mercên zehmet de hewila jiyanê didin. Yek ji Derhênerên ku beşdarî festîvalê bûye; Felat Erkozan e. Erkozan jî dibêje; derfetên ciwanên Kurd ên ji bo beşên çand û hunerê kêm in, heger pêşî li ciwanên Kurd were vekirin, dê bikaribin hîn gelek xebatên baş diyarî gelê xwe bikin.

Felat Erkozan-Derhêner, got:"Di vê pêvajoyê de li vê derê çêkirina FîlmAmedê gelek girîng û bi nirx e. Li gelek deverên Kurdistanê hebûna festîvalên bi vî rengî, ji bo pêşveçûn û derbirîna ciwanên wekî me girîng e. Jixwe ji ber nasnameya me ya Kurdîtiyê, gelek dergeh ji bo me girtî ne. Ji ber vê yekê jî dorfirehbûna xebatên bi vî awayî ji bo me girîng in."

FîlmAmed di 8'ê Gulanê de dest pê kir, dê heta 12'ê Gulanê dewam bike. Pêşandana belgefîlmên gelek hunermendan, di vê festîvalê de cihê xwe digirin û rêveberên festîvalê dibêjin ku her kesê dixwaze, dikare belgefîlmên xwe ji bo wan bişîne.