Helbestvanê Kurd Ehmed Şêx Salih çû ber dilovaniya Xwedê

Ehmed Şêx Salih di wesîyeta xwe de nivîsiye: Di dema veşartina min de, bila gotin li ser min nebin û çilrojiya min jî çênekin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sibeha îro li nexweşxana Şar ya bajarê Hewlêrê, helbestvan Ehmed Şêx Salih koça dawî kir û cenazê wî jib o Rojavayê Kurdistanê hat şandin.

Şêx Salih li gundê Ên Dîwar yê ser bi bajarê Dêrikê ve li Rojavayê Kurdistanê jidayik bû, gellek helbestên navdar rêsa ku gellek hunermendên Kurd wek Mihemed Şêxo û Seîd gabarî helbestên wî stirane, ji wan helbestan: Cana min cana min, Şiyar bûm konê reş xuya kir û hin helbestên din.

Helbestvan Ehmed Şêx Salih di wesîyeta xwe de nivîsiye: Di dema veşartina min de, bila gotin li ser min nebin û çilrojiya min jî çênekin.