Cara yekem e bi fermî ferhenga Kurdî-Tirkî hat çapkirin

Yekem ferhenga Kurdî û Tirkî ya fermî ji aliye Saziya Ziman a Tirk ve hat çapkirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Yekem ferhenga Kurdî û Tirkî ya fermî ji aliye Saziya Ziman a Tirk ve hat çapkirin û tê de 13 hezar peyvên Kurdî hene. Lê amadekarên ferhengê amaje dikin ku rayedarên dewletê ji wan re gotibûn ev destpêk e û dê berdewma wê hebe. Amadekar dibêjin divê berdewama ferhengê hebe û zimanê Kurdî jî bibe xwedî statu.

Di dîroka Komara Tirkiye de cara yekem bi awayeke fermî Ferhenga Kurdî û Tirkî ji aliye Saziya Ziman a Tirk ve hatibû çapkirin û xebatên ferhengê di dema pêvajoya çareseriyê de dest pê kiribûn. Rayedarên dewletê ji amadekarên ferhengê re amaje kiribûn ku ev ferheng dê bibe destpêk û dê berdewama wê jî hebe. Yek ji amadekarên ferhengê Mamosteyê Wêjeyê Zîwer Îlhan dide zanîn ku rayedarên pilebilind ên dewletê bi wan re têkilî danîn û wan hêvî dikir k udi rojên pêş de ferhengeke dewlemendtir û berfirehtir derbixin lê heta niha ti gavek bo berdewamiyê nehatiye avêtin.

Zîwer Îlhan ji K24ê re got: "Ji ber ku cara yekem e ferhengek fermî Kurdî û Tirkî tê amadekirin me ji ber wê gelek bala xwe daye. Du salan vê xebat dewam kir, me hemû ferhengên Kurdî berçav girt û li ser wan lêkolîn kirin. Em çar kes bûn û yek bi yek ser peyvan sekinîn."

Amadekarên ferhengê balê dikêşin ku xebatek wiha ya fermî di heman demê de tê wateya nasîna zimanê Kurdî ji aliye fermî ve jî. Zîwer Îlhan hişyariyê dide ku ferheng gaveke girîng û hêja ye lê divê wek gava berdewamiyê perwerdeya zimanê dayîkê di pergala perwerdeyê de bi awayeke fermî cih bigire.

ZÎwer Îlhan dibêje: "Dema ku zarok dest bi dibistana seretayî mamoste wan hînî termen razber dikin ku ew terîm ne li ser zimanê dayîkê were fêrkirin zarok fêm nakin. Ji ber wê jî paş de dimînin. Ji ber vê yekê jî divê dema ku zarok çûn dibistanê bi bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibinin. Eger bi zimanê dayîkê perwerdeyê nebinin xwe kêm dibinin."

Saziya Ziman a Tirk bo destpêkê 80 hezar ferheng a Kurdî û Tirkî  daye çapkirin. Di ferhengê de ji ber ku bo destpêkê hatiye amadekirin 13 hezar peyvên bi Kurdî hene û amadekar tînin zimên ku piştî wezîrê Dadê Yê Tirkiyeyê amaje kirî Kurdî zimanek qedîm e û di vê erdnîgariyê tê axaftin divê di meriyete de jî ev nêrîn were dîtin  û xebatên berdewamiya ferhengê demildest dest pê bikin.