Ferhad Icmo ta roja xwe ya dawiyê dest ji helbestê berneda

Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo koça dawiyê kir û 8 dîwanên çap kirî û çend din yên neçapkirî li dûv xwe hiştin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di 8ê Hizêrana 2017an de helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo koça dawiyê kir û 8 dîwanên çap kirî û çend din yên neçapkirî li dûv xwe hiştin. kesûkarên wî jî di vê rojê de wî bibîr tînin û dibêjin, tevî hemû rewşên di ser re derbas bûn, lê wî ta bi rojên xwe yên dawiyê jî dev ji helbestê neberda.

Dûrî ahengên bîranînan û qerebalixa wan, di bîranîna 2emîn a koça dawî ya helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo de, me xwest serdana koçka wî bikin. Barkirina helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo, valahî ne tenê di mala wî de hişt, lê belê di qada wêje û helbesta Kurdî bi temamî de cihekî gewre li dûv xwe hişt, birayê wî Behmen Icmo dibêje, di temenê 16 salî de Ferhadê Içmo dest bi nivîsandina helbestê kir û ta rojên xwe yên dawî jî helbestên resen û yê nûjen dinîvisand û bi dehan ji wan li ser zimanê hunermendên Kurd bi stranî hatine gotin.

Ji ber fêrbûna wî ji meqam û mûzîka Kurdî re, herwiha xwendina wî bi gelek zimanan, ferhengeke zengîn ji gotin û wêneyên helbestî li cem wî peyda dibûn, li nik helbestên evînî, helbestên netewî, siyasî, civakî, û helbestên zarokan jî dinîvisand û 2 dîwanên taybet ji wan re hene, herwiha hejmarek jî neçapkirî hene, ku di nava helbestvanên Rojavayê Kurdistanê de bûye mîrê helbestê.

Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo di sala 1960 de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, û li dibistanên wê xwendina xwe temam kiriye, di sala 1984an de bawernameya endezyartiyê ji zanîngeha Helebê wergirtiye.

Di dirêjahiya jiyana xwe de 8 dîwanên wî yê helbestê çapkirî ne û piştî şerekî bi nexweşiya penceşêrê re, di temenê 57 salî de di 8ê meha Hizêrana 2017an de li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir.