Pêşangeha wêneyên Arîf Sevînç li Diyarbekirê hat vekirin

Pêşangeh bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û hunerhezan birêve çû.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, rewşembîrê Kurd Arîf Sevînç, wêne xwe yên ku bi dehan sal e çêkiriye, bi pêşangehekî pêşkêş kir. Arîf Sevînç radigihîne ku çandeke rengîn û delemend ya Kurdan heye û wî li gor şiyana xwe li wêneyan xêz kiriye.

Li Diyarbekirê, li Dezgeya Rêya Azadî pêşangeha Arîf Sevînç hat raxistin. Pêşangeh bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û hunerhezan birêve çû. Di pêşangehê de wêneyên li ser evînî,êş, xweza, serhildan û çanda Kurd hatin raxistin.

Rewşembîrê Kurd, Arîf Sevînç ku li gel wênesaziya xwe, bi xêzkirinên pêkenî û nivîs û şiroveyên xwe yên siyasî jî tê nasîn, ragihand ku çanda Kurdî xwedî dewlemendiyeke bê sînor e û wî jî hin xal û dilopên wê çandê hunandiye.

Wênesaz Arîf Sevînç ji K24ê re got: "Gelê Kurd yek ji wan qedîmtirîn gela ye û xwedî çand û dîrokeke bi rûmet û serbilînd e. Kurdistan, li gel dewlemendiyên xwe jî, piştî ku hatiye dagir kirin, ew dewlemendî hatine wêran kirin û tune hatine hesibandin. Wek wênesazekî Kurd, min xwest ku wan nirx û berhev hatiyên çanda Kurd ku ji aliyê mêtinger û dagirkeran ve tên biçûk kirin û tune kirin; şênber bikim û nîşan bidim."

Beşdarên panelê jî bi baldarî li pêşangehê geriyan û wêneyên saz kirî temaşe kirin. Gokhan Aslan jî ku wênesazekî navar yê Kurd e jî, anî ziman ku berhemdayînên li ser çanda Kurdî girîng in û wênesaz Arîf Sevînç jî bi hunereke xwerû çanda Kurdî xêz kiriye.

Hunermend Gokhan Asnlan dibêje: "Ez teqrîben 20 sal in, wêneyên ku Arîf Sevînç saz dike dişopînim. Di wêneyên Arîf Sevînç de nîşane û neqşên Kurdî gelek serdest in. Di vê pêşangehê de, tiştê bala min kişand, çend berhemên ku ji derveyî şêwaza Arîf Sevînç jî hatine saz kirin hene. Hewleke nûjen ya hunerî jî hatiye nîşandan û ew jî gelek girîng e."

Pêşangeha ku di 21'ê Berfemabarê de hat vekirin, dê heta 29'ê Berfembarê ji bo serdana kesên bixwazin vekirî bimîne.