Li Pirtûkxaneya Diyarbekirê 147 pirtûkên bi Kurdî jî cih digirin

Diyarbekirê ku 61 hezar pirtûkan dihundirîne, bi berfirehkirina derfetên ji bo xwendevanan, ji aliyekê ve xwendevanan ber bi pirtûkxaneyê ve dikişine û ji aliyekê ve jî eleqeya xwedinê bilind dike. Di pirtûkxaneyê de êdî pirtûkên Kurdî jî cih digirin û ev yek keyfxweşiyeke cûda dide xwendevanan.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Diyarbekirê ku 61 hezar pirtûkan dihundirîne, bi berfirehkirina derfetên ji bo xwendevanan, ji aliyekê ve xwendevanan ber bi pirtûkxaneyê ve dikişine û ji aliyekê ve jî eleqeya xwedinê bilind dike. Di pirtûkxaneyê de êdî pirtûkên Kurdî jî cih digirin û ev yek keyfxweşiyeke cûda dide xwendevanan.

Li Diyarbekirê her çiqas pirtûkxaneyeke ku bersiva tevahiya bajêr bide tunebe jî pirtûkxaneya heyî ya fermî ya Diyarbekirê bi dabînkirina derfetên rengîn bala xwendevanan dikişîne û ev yek eleqeya xwendinê jî bilind dike. Yek ji kirariyên nû yên Pirtûkxaneya Diyarbekirê jî ew e ku êdî pirtûkên bi Kurdî jî di refan de cihê xwe digirin. Yek ji xwendevanan Kadîr Ulker amaje dike ku piştî ku wî li pirtûkxaneyê pirtûkên bi Kurdî dîtine, pê re kelecanek peyda bûye.

Xwendevan Kadîr Ulker ji K24ê re got: "Min berê zêde pirtûk nedixwendin, niha ez teme vêderê û pirtûkên bi Kurdî dibinim keyfa min tê. Niha ji bo ku ez pirtûkên bi kurdî bixwînim ez têm vê dere. Pirtûkên Ehmedê Xanê ez liv ir dibinim. Berê tinebûn. Niha ez baştir hînî vir bûm"

Pirtûkên bi Kurdî yên ku di Pirtûkxaneya Diyarbekirê de cih digirin, rê didin ku xwendevan wêje û nivîskarên Kurd jî binasin. Xwendekar Şaban Sebugtekîn dibêje ji ber ku heta niha di dibistan û saziyên fermî de ew rastî pirtûkên bi Kurdî nehatibûn, ew ji xwendina bi Kurdî jî dûr ketibûn.

Xwendevan Şaban Sebugtekîn dibêje: "Min pirtûkên nû û nivîskarên nû liv ê dere dîtin û keyfa min ji wan re hat. Min berê qet pirtûk nedixwendin. Lê niha mehane du pirtûkan dixwînim. Ji bom in jî gelek bi feyde ye."

Li Pirtûkxaneya Diyarbekirê, bi awayekî demkî pirtûk radestî xwendevanan tên kirin û piştî xwedinê jî xwendevan van pirtûkan vedigerînin pirtûkxaneyê. Di pirtûkxaneyê de 147 pirtûkên bi Kurdî hene û di sala 2017'an de 275 hezar û 982 pirtûk ji bo xwendinê radestî xwendevanan hatine kirin ku ev yek daneyeke serkeftî ye.