Pêşangeha pirtukan A 7. a Diyarbekir dest pê dike

Pêşangeha Pirtûkan a 7. a Diyarbekirê îsal di 28ê Îlonê de deriye xwe bo xwîneran vedike. Pêşangeha ku di 28ê Îlonê de dest pê dike dê heta 6ê Cotmehê vekirî be.

K24- Amed

Pêşangeha Pirtûkan a 7. a Diyarbekirê îsal di 28ê Îlonê de deriye xwe bo xwîneran vedike. Pêşangeha ku di 28ê Îlonê de dest pê dike dê heta 6ê Cotmehê vekirî be. Pêşangeh heta niha bo 6 rojan dihat li darxistin lê cara yekeme ku îsal dê 9 rojan bidome û sedema vê yeke jî ew e ku sala borî eleqeyek mezin hebû û îsal jî ev yek li ber çav hatiye girtin. Pêşangeh ji aliyê Saziya Li Darxistina Pêşangehan TUYAPê ve tê organîzekirin û Gerînendeyê Herêmê Yê TUYAPê Welat Ektîrîcî amaje dike bi teybetî ew dixwazin xwendekar serdana pêşangehê bikin ji ber ku zarok û ciwan çiqasî zû pirtukan binasin ewqasî bo dahatuya wan baş e.

Welat Ektîrîcî (gerînendeyê herêmê yê TUYAPê) dibêje:"Sala çuyî qasî 120 hezar mêhvanên me hebun. Qasî 16 hezarî jî xwendekar hatibûn pêşangehê. Em dixwazin îsal ji 16 hezarî zêdetir bikin û derkevin ser 20 hezarî. 145 weşanxane jî tên. Cara yekem e ku emê bo zarokan jî bernameyên teybet çêbikin."

Di Pêşangeha Pirtukan a 7. a Diyarbekirê de 145 weşanxane bi pirtukên xwe beşdarî pêşangehê dibin û 22 weşanxane jî yên Kurdî ne. Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal bang dike ku pêşangeh bo xwînerên Kurd derfeteke baş e û bi pêşangehên wisa  xwendina bi Kurdî di nava civakê de baştir belav dibe.

Azad Zal (berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd), got:"Pêşangehên pirtukan bo me jî û bo hemu weşangeran jî girîng e. Ji bo xwîneran jî girîng e. Ji ber ku di wê demê de hemu pirtuk û weşanxane digihîjin hev. Xwîner û nivîskar digihîjin hev. Em dixwazin li Diyarbekirê bi giştî zimanê Kurdî û mijarên Kurdî bixin rojevê ji ber ku ev herêm Kurdistan e, Bakurê Kurdistanê ye."

Pêşangeha ku 75 çalakiyên wek konferans û panelan jî dihewîne  ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, Jura Pîşesazî û Bazirganiyê Ya Diyarbekir û saziyên sivîl ên bajêrve tê piştgirîkirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî dê xwendekaran bi otobêsan bo qada pêşangehê veguhêze.