Siyasetmedar û saziyên Kurdî li hember zimanê Kurdî Xemsar in

Nivîskar û heskiriyên Kurdî, di şert û mercên kêmderftî de, pirtûk û berheman bi Kurdî dinivîsin û diweşînin, lê gazinca serekî ew e ku bi taybet li Bakûr, xwendin û xwedîlêderketina Kurdî û berhemên Kurdî gelek qels e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji weşanxaneya Sîtavê 5 pirtûkên nû yên bi Kurdî hatin çepkirin. Xwediyê sîtavê û nivîskarê Kurd Kahar Bateyî radigihîne ku weşanxaneyên Kurdî, bi heskirina Kurdî pirtûkan diweşînin, lê xwendina Kurdî gelek kêm û qels e û siyaset û saziyên Kurd jî xwedî li Kurdî dernakevin. 5 pirtûkên ku nû hatine weşandin de, ji parçeyên cuda yên Kurdistanê çîrok û mijarên cuda hatine hûnandin.

Nivîskar û heskiriyên Kurdî, di şert û mercên kêmderftî de, pirtûk û berheman bi Kurdî dinivîsin û diweşînin, lê gazinca serekî ew e ku bi taybet li Bakûr, xwendin û xwedîlêderketina Kurdî û berhemên Kurdî gelek qels e.

Nivîskarê Kurd Kahar Bateyî ku hem wext xwdiyê weşanxaneya Sîtavê ye; balê dikşîne ku partiyên siyasî û sazî û dezgehên Kurdan, ji aliyê xwedîlêderketina zimanê Kurdî û berhemên Kurdî de gelek qels û bi kêmasîne. Bateyî dîsa radigihîne ku heta astekî pêkutiyên fermî li Turkiyeyê hene, lê qad û derfetên ji bo hilberîn û xwedîlêderketina Kurdî jî di xema Kurdan de nîn e.

Nivîskar Kahar Bateyî ji K24ê re wiha axivî: "Armanca dewleta Turk ev bû ku bi salan pergala pişavtinê, li ser çand û zimanê Kurdî meşand û dixwest bigihîje armancekî ku aqil û derûniya Kurdan, ji çand û zimanê wan dûrbixe. Dewlet heta dereceyekî gihiştiye wê armancê. Dewletê heta dereceyî dest ji vê berdaye, lê êdî Kurd bixwe ew peywir a ku dewletê dimeşan pêktînin û dikin. Yanî dewlet nayê di malên Kurdan de Kurdî qedexe nake, di nava kolanan de qedexe nake, nabêje bi Kurdî neaxifin! Lê Kurd bi Kurdî neaxifin, li ziman û berhemên xwe xwedî dernakevin û gelek xemsar in."

Bateyî balê dikşîne ku ew wek nivîskar û weşankar, gelek zehmetiyan jî dikşînin, lê hezkirin û berpirsyariya xwedîlêderketina zimanê Kurdiye ku hewldanên wan bihêz û berdewam dike.

Kahar Bateyî, bi kurtasî behsa nivîskar û naveroka pirtûkên ku nû diweşînin jî kir û anî ziman ku 3 ji wan pirtûkan yên Mizgîn Ronak in ku 2 ji wan roman û ya din jî çîrok in. Dîsa Çetîn Ersen jî pirtûkekî li ser ehlaq û bizavên civakî nivîsiye ku dikare bibe pirtûka dersdanê jî. Bateyî hêst û boçûna weşandina berhemekî Kurdî jî wiha rave dike.

Herwiha Nivîskar Kahar Bateyî dibêje: "Ez wiha dişibînim, weka ku dayîkekî piştî 9 mehan, dema zarokê xwe tîne dinê û li ser destên xwe dibîne çewa pê kêfxweş û bextewar dibe; em jî wisa ne, dema ku me dît piştî ew qas kedê pirtûk di destên me de ye, em pê kêfxweş dibin û ew zor û zehmetî hemû ji bîra me diçe."

Hêjayî gotîne ye ku hin weşanxaneyên Kurdî ji aliyê dewleta Turkiyeyê ve hatin girtin û hin pirtûk jî tên qedexe kirin. Lê zêdetir weşanxane ji ber bê derfetî û aborî jî hatine girtin. Nivîskarên Kurd jî gazinc dikin ku bi derftên kêm û di cavakeke li hember Kurdî xemsar de berheman dinivîsin.