Mihemed Şêxo bi gul û stranan tê bibîranîn

29 sal di ser koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas dibe. Salane di 9ê Avdarê de ku di wê rojê de Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya xwedan, heskiriyên wî seredana gora wî di kin û bi stranan bavê Felek li bîra xwe tînin. Malbata Mihemed Şêxo jî berî wê bi rojekê amadekariyên pêşwaziya mêvanan dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

29 sal di ser koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas dibe. Salane di 9ê Avdarê de ku di wê rojê de Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya xwedan, heskiriyên wî seredana gora wî dikin û bi stranan bavê Felek li bîra xwe tînin. Malbata Mihemed Şêxo jî berî wê bi rojekê amadekariyên pêşwaziya mêvanan dikin.

Di 29 saliya koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo de, xuşka wî Leyla ku mala wê cîranê gora Mihemed Şêxo ye di goristana Hilêlîkê de, bi straneke dilşewat bavê Felek bi bîra xwe tîne. Leyla dibêje, Mihemed Şêxo jiyaneke zor û zehmet derbas kir û çiqasî fişar lê hate kirin, lê dev ji hunera xwe berneda.

Mihemed Şêxo di nava gelê Kurd de cihekî taybet digre, ji ber ku bi dengê xwe yê xemgîn û bi stranên netewî karîbû êş û azarên gelê Kurd bîne ziman û ji ber wê jî gelê Kurd pê re wefadar e ku hersal seredana gora wî dikin.

Xuşka wî Leyla her sal berî roja bîranîna bavê Felek amadekariyên pêşwaziya mêvanan dike û gora birayê xwe ji tozê paqij dike.

Di roja 9ê meha Avdarê de û li gorî wesyeta wî, heskiriyên Mihemed Şêxo bê ku kesek wan vexwîne seredana gora wî dikin û bi helbest û stranan wî bi bîra xwe tînin.