Navdarên Kurd: Nûredîn Zaza

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûredîn Zaza (1919 - 1988), kurê Yûsif ji malbatek welatparêz û netewperwer bû. Di sala 1919an da li Paloyê nêzîkî Amed hat ser rûyê dinê. Malbata wî tevlî şoreşa Şêx Seîd bûn, ji bo wê yekê bav û birayê wî Dr. Nafiz hatin girtin. Piştî berdana wan bi birayê xwe re hate binxetê temenê wî nêzîkî heft sal bû. Li Qamişlokê cih girtin.

Dr. Nafiz bijîşk bû û Nûredîn dixwend ta ku diploma bekalorya yê sitand û çû Kurdistana Îraqê û li Bexdayê hate girtin. Piştî berdana wî berê xwe da Libnanê û xwendina xwe ya Zanîngehê xilas kir. Paşê çû Swîsre û xwendina bilind(dektora) di ilmê civakî de di sala 1956an da sitand. Dema ku xwendina xwe li wir dikir têkiliyên wî ji milet qut nebûn û komela xwendevanên kurd li Ewropa çêkir. Careke dîn vegeriya Sûrîya û piştgirîkir di damezrandina Partiya Demokrat ên Kurd li Sûrya û ev partî ji aliyê Hemîd DerwêşHemze yê Niwêran û Osman Sebrî di 14.6.1957an da hat damezrandin. Piştî salekê ji damezrandinê, tevlê bû û ew bû Serokê Partiyê. Dema ku rewş li Sûriya nexweş bû di sala 1960an da hate girtin. Di gotina xwe da ku dabû Dadvanê ewlekariya dewletê gotibu (…divê ku hûn zanibin rastiya hebûna miletê kurd li ser qada xwe li bakurê komara Erebî ya yekbûyî, ji mêj ve ta niha bi biraderê xwe yê Ereb re ,ew miletekî xwedî ziman û folklor û kevnetorekî taybete…û girêdana wî bi van tişta nebû ye cihê jihevçûnê û nexweşiyê di nav bera kurd û Ereb de..). Di sala 1962an da wek nûnerê partî yê, bi xurtî tevlî Hilbijartina parlmentoyê bû. Lê, ji ber ku lîstik û planên hêzê dewletê ew serneket.  Di sala 1963an da ew û Cegerxwîn hatin dûrxistin.

Nerînên Dr. Nûredîn yên pêşketî û zanistî, di wê demê de dûrbûnek di navbera wî û gelek hevalê wî yên xebatê de çêkir. Mamosta Hemîd li ser vê yekê dibêjê komîta navîn biryarek hişk di derheqê Dr. Nûredîn de sitandin, dûrxistin ji partî û şerê wî dinav millet de kirin, bi wê yekê mirovekî welatperwer tune kirin, wê gelek xizmet ji partiya me û tevgera kurdî re kiriba. Ew biryar bû sedema sereka ku Dr. Nûredîn ji Sûriya derket ..).

Di sala 1967an da vegeriya Turkiyeyê û di sala 1970an de çû Swîsreyê û di 07.10.1988an de jiyana xwe li vir ji dest da.

Xebata wî ne tenê di warê siyasî de bû. Ew li Sûriyê xwe digihîne Celadet Bedir-Xan û di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike. Memê Alan bi tîpên latînî çapkir, Şivanê Kurd ya Erebê Şemo wergerand û pirtûkek bi navê bangek ji bo miletê kurd di sala 1982an da derxist. Di gelek rojname û kovaran de nivîsand.

 

Berhem:

Çar kitêb nivîsandine û hinek nivîsên wî ên ku nehatine weşandin jî hene.