Karesata kîmyabarana Serdeşt bû şano

Şanoya ”Bê te baştir” ku nivîs û derhênana Dr Qutbedîn Sadiqî ye

K24-Navenda Nûçeyan

Nivîskar û derhênerê Kurd Dr Qutbedîn Sadiqî, bi şanoya xwe ya bi navê ”Bê te baştir”, behsa karesatra kîmyabarana bajarê Serdeştê dike. 

Şanoya ”Bê te baştir” ku nivîs û derhênana Dr Qutbedîn Sadiqî ye û behsa karesata kîmyabarana bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê dike, di salvegera kîmyabarana vî şarî de li meydana Serçawe ya Serdeşt hate pêşandan. 

Berpirsê ragehandina şanoyê Kawan Mihemedpur ji BasNews re got ku armanca vê şanoyê ewe ku vê êrîşa ser gelê Kurd, êş û azarên vî bajarî yên feramoşkirî carek din bînin bîr. 

Mihemedpur got ku ew hewl didin bi rêya hunerê vê karesatê bigehînin cîhanê. Mihemed pûr diyar kir ku wê şano piştî cejna Remezanê li bajarê Mahabadê jî bê pêşandan.