Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî
K24 – Navenda Nûçeyan
yek ji helbestvan û nivîskarên mezin yên gelê Kurd e.
Melayê Cizîrî, herweha zanyarek Kurd e ku di 1570 û wan de hatiye dinê. Weke ku tê gotin, di sala 1640 wan de çûye dilovaniya xwe. Gava mirov behsa Melayê Cizîrî bike, divêt hinekî mezin behsa wî bikê. Ji ber ku ew, mirovekî mezin bû. Bi hizra xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin. Nav û dengê di dema xwe û heta roja îro di nav dîroka zanyarî, edebî, çandî de navek ji yên herî mezin e.
Bi hizir û ramanên xwe jî mezin bû. Dem a xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin, ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde negihiştine dema me. Gelek ji wan hîn jî wenda ne. Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin.
Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 15'an wan de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ew çend jî rastiya wî û pêşketinên, ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bên dîtin.
Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe.
Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dîclê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê rê, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman.
Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîne û li wir mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wî re, ne ji deştê, lê ji Torê ye. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata Mîr. Nêzîkî hevûdu ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan ji heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve.
Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew ji digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew ji dixweze ku xwe bigihinê wan deran.
Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê ji, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê neke û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew te wan herêmên Kurdistanê yên ku navê wan hene û di wan de zanist wan ji hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene de ji, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.
Li wir wir ji li cem Şêx Hisên dimene. Demeke dirêj ji li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimen, êdî piştre tê Amede, Li amede di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe rê mirovekî ku pir mezine û bizane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî ji weke demekê dimene. Li wir ji xwe bi pêş dixe. Pir dixwene. Pir eşqa xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di ilmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî mele Taha qiyantê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqîyan. Ew ji ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew ji bidilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.
Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre careke di tê Amedê û li wir hinekî di ji li Civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê. Piştî ku tê wîr êdî li wir ji, wê carê ji demekê dimen. Piştre ku demeke dimen, piştre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibinê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe.
Meleyê Cizîrî, piştî ku vegerihê ji, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîre Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de ji di nivîsene. Biqasî ku em zanin. Wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gahana roja ma. Lê gelek ji wan ji, yên ku gahana roja ma bidev gahana roja me. Haya dawiya umrê xwe li cizîre botan dimene. Li wir li Medresa Sor ji, demeke mezin seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqîyên wî ji, dibine zanistvanên mazina, piştre. Piştre heya ku digihê dilovaniya xwe li wir dimen. Piştre ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqîyan û şîret li mirovan dikirin, na vaqatênin. Mezele wî li wî medrese sor têt çêkirin û ew li wir têt bicihkirin.
Hê ji, haya iroj mezele wî li wire û haya iroj ji dimene.
Berhemên wî:
Dîwana Melayê Cizîrî, Dîwan 114 beş in.
Şebçiraxî şebî Kurdistan im
Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yûsifî cirhekeşî hicran im
Niqteyî daîreyî rindan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî qedehî hirman im
Bedel ateş ji ceger biryan im
Lew perîşan im û pir êşan im
Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im
Çi tebîet beşer û insan im
Lilehil hemd çi alîşan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmî sixen xaqan im
Sibehî îd e û ez pê zanim
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweş birîndarekî bêderman im
Carekê şefeq e rûhim can im
Ji Xwedê re veke benda beriye.
Dînbirê hurmisalê zeriyê
Nazikê nîşkerê sirperiyê.
Îro Ji Nû Pir Ateş im
îro ji nû pir ateş im
Dîsa ji remza dilberê
Mecrûhê qewsê pirweş im
Tîr dane nêva cegerê
Tîr dan ji qewsê eswed e
şehzadeya şîrînqed e
Kuştî ne wek min çendsed e
Wê padişah û beglerê
Wê beglerê pir kuştine
Enguşt bi xwînê riştine
Ma ehlê dil qet hiştine
Sohtîne mislê mecmerê
Lê ez tinê ser ta qedem
Yekser disojim dem bi dem
Wesfên di 'işqê ez çi dem
Nayên hisab û defterê
Wesfên evîn û 'işqehê
Husn û cemala wê şehê
Nayêne şerh û medehê
Ehsen ji neqşê beşerê
Ehsen ji husna dêmdurê
şîrînî û guft û surê
Sed zahid êxistin ji rê
Wê nazik û lebşekerê
şekker di nêv lêvan e wê
Reyhan li dor sêvan e wê
Meş'el di nêv şêvan e wê
Tîsê ji rengê fenerê
Fener niye nûra heq e
Husn û cemala mutleq e
Berq e spêd e û şefeq e
Zuhre we şemsa xawerê
Zuhre we mah û muşterî
Min dîn li dêmê enwerî
Zulfa muselsel 'enberî
Ser daye hewda kewserê
Hewda ji kewser çeşme tê
Ya cih di rewda qudretê
Herdem ji nû wê ser de tê
Xemrî we tayên 'er'erê
Xemrî di reş zulfa herîr
Werbûn li dor bedra munîr
Birca ko hakim lê du mîr
Min dîn li textê kişwerê
Textê di mîr û begleran
Meydanê coqa goygeran
Eslan û cotê meyxwiran
Mey dan şeraba saxerê
Saxer bi dest serxweş we mest
Weqtê sehergeh dest bi dest
Xeflet du begler meyperest
Kuştim bi derba xencerê
Kuştim bi derba keyberan
Gezme w xedenga awiran
Remz û işarat û suran
Dan dil ji nêva pencerê
Dan dil ji ber husna bi nûr
Berqa tecellaya sudûr
Lew sohtîyem wek kohê Tor
Hubb û evîna enwerê
Hubba te ma xweş hiştime
Her roj ji nû ez kuştime
Yekser ji xwînê riştime
Tîr û xedengên Mecerê
Gezmên di şîrîn nazikê
Derbên di wê rimbazikê
çûyîne nêv dil gazikê
Min dad ji zulma dilberê
Dilber çi bêhed zalim e
Carek nekir pirsî li me
Lazim bi halê 'alim e
Lê pir didêrit xederê
Lazim bi qetla min divê
Hêj ev di dil marê şevê
Peykan di cergê da çevê
Bend kir bi şewka 'enberê
Bend kir kulab û penceyan
Dil ma di nêv işkenceyan
Min ah ji dest wan xenceyan
Kok û kubarên dînberê
Remz û surên şîrînleban
Tîroj-i berqên kewkeban
Rêza muselsel 'eqreban
Gerdan li dora qemerê
Min dîn li dor bedra temam
Herfên di mektûb dal û lam
Wê pêşrewê batin revam
Yexma kirim sîmînberê
Sîmînbera neyşekerê
Ew horiya nisbet perê
Bejna şirîn dêmê zerê
Bo ji gulab û mawerê
Bo mawer û şîrînlebê
Wê xob û nûrên xebxebê
Bedra di Birca 'eqrebê
Kengê ji ber perdê derê
Bedra ji qudret lê du nûn
Ew qatila eswed'uyûn
Pir rakirin wê qetl û xûn
'Alem perêht yexmakerê
Herdem bi zulmê we d'sojî
Qelbê ji hubba tey tejî
Lazim dibêm min dê kujî
Kes nîne çîtin mehderê
Kes nîne ret mehder bikit
Bes girtiyan ebter bikit
Xemlê ji zêrê zer bikit
şefqet li yekta biderê
şefqê bi dîdarê xwe kit
Qesta birîndarê xwe kit
şehîdê reşmarê xwe kit
Ê ser li fitla pêşterê
Fitlê siyah marê şevîn
Rêhan bi dor serwan çevîn
Axir bi selwê da revîn
Xef bûn di tayên çenberê
Xef bûn di nêv tora qizil
îlan misalê ser li mil
Kuştîn û jehr avête dil
Hêj kuştiyên remza berê
Kuştîne em şîrînlebê
Tehlîkeşên roz û şebê
Ger ez bibînim ew bi xwe bê
Nakim ji dil hêj bawerê
Ew nazika nisbet gulê
Camek ji kewser da Melê
Mest im ji ber qalu belê
Hetta bi roja mehşerê