Jiyana Şêx Bedreddîn dibe film

Di dîrokê de yekem car derbarê serhildana Şêx Bedreddîn de fîlmek tê çêkirin. Fîlmê ku ji aliyê Kollektîfa Fîlmên Karkeran ve tê amadekirin, tê armanckirin ku 3 milyon kes li fîlm temaşe bikin. Fîlmê ku wê çîroka wê li ser xeta Îzmîr û Diyarbekirê bê kişandin, wê serboriyên Kurd û Elewiyan jî di nava xwe de bihewîne digel aliyên nasnameya Îslamî ya Şêx Bedreddîn.

K24-Istanbul

Di dîrokê de yekem car derbarê serhildana Şêx Bedreddîn de fîlmek tê çêkirin. Fîlmê ku ji aliyê Kollektîfa Fîlmên Karkeran ve tê amadekirin, tê armanckirin ku 3 milyon kes li fîlm temaşe bikin. Fîlmê ku wê çîroka wê li ser xeta Îzmîr û Diyarbekirê bê kişandin, wê serboriyên Kurd û Elewiyan jî di nava xwe de bihewîne digel aliyên nasnameya Îslamî ya Şêx Bedreddîn.

Kollektîfa Fîlmên Karkeran li ser serhilana Şêx Bedreddîn amadekariya çêkirina fîlmekî bi metraja dirêj kir. Ji bo danasîna fîlm jî bi beşdariya derhêner û senarîstê fîlm digel nivîskar û dîroknas Ayşe Hur, teolog Îhsan Elîaçik panelek hate dirûstkirin. Di panela ku li Weqfa Pêşxistina Jiyana Hevkar çû serî derhêner û senarîstê fîlm derbarê senaryoya fîlm de agahî dan û diyar kirin dema wan amadekariya vê xebatê kirine derbarê Şêx Bedreddîn de li kêm agahiyên nivîskî rast hatine. Lê ew dixwazin di vî filmê Şêx Bedreddîn de ji Îzmîrê heta Diyarbekirê çîrok û serboriya zilma li ser civakan bi hev ve girêdin.

Alî Şahîn - Senarîstê Fîlmê Şêx Bedreddîn, dibêje:"Di sehneya yekem ya fîlm de Şêx Bedreddîn tazî tê dardekirin û em ê di wê saheneyê derxistina gomlekê wî bibînin. Di saheneya dûyem de jî em ê bibînîn ku Mazlum Dogan qufçeya gomlekê xwe digire. Wê derbasbûyînên bi vî awayî hebin di fîlm de. Di saheneyekê de jî li ser Elewiyan çîrokek heye li ser qizilbaşiyê."

Hakan Alak - Derhênerê Fîlmê Bedreddîn, got:"Em hemû li ser Şêx Bedreddîn diaxivin, lê piştî ez tevlî vê projeyê bûm min dît ku ez derbarê Şêx Bedreddîn de tiştekî nizanim. Mixabin civaka Tirkiyê jî bi tiştekî nizane. Em armac dikin bi vî fîlmî Şêx Bedreddîn bi civakê bidin nasîn."

Piştî derhêner û senarîstê fîlm raweşkarên dîrokî yên fîlmê şêx Bedredîn nivîskar û dîroknas Ayşe Hur û teolog Îhsan Elîaçik jî axivîn û li ser dîrok û nasnameya Şêx Beddreddîn û aliyên wî yên ku nayên zanîn agahî dan beşdaran.

Îhsan Elîaçik – Teolog, got:"Şêx Bedreddîn parçeyekî îslamê yê, lê aliyê ku hatiye cudakirin. Li gorî Osmaniyan ew Bagî ye. Bagî ji bo Mislimanên ku li dijî dewletê serî hildane tê gotin. Derbarê Xallaci Mansur û Nesîmî de jî heman fetva hatiye dayîn. Loma jî Şêx Bedrettîn tazî hatiye dardekirin. Eger fîlm di şexsê Şêx Bedreddîn de karibe bêje mislimaniyeke din heye û wî wek Şarî Rizayê Elewiyan û Mazlûmê li Diyarbekirê bide nîşandan wê hingî bi ser bikeve."

 Ayşe Hur - Nivîskar û dîroknas, dibêje:"Çi kesê ku çîroka Şêx Bedrettîn vedibêje an jî behs dike, wî dişibÎne Tomas More, Canpanella, Agust Comt û kesayetiyên wek Luther. Serdema Şêx Bedredîn serdema Şikestinekê ye û divê baş bê raberkirin."

Li gorî dîroknasan Şêx Bedreddîn ji aliyê desthilatan ve mirovê herî xeternak hatiye dîtin, li dijî nasnameya neteweyetî û dewletan. Loma jî her wek Mevlana û Xalacî Mansur ji aliyê desthilatan ve tê reşkirin. Fîlmê Şêx Bedreddîn di 4 serdeman de derbas dibe, lê di çîrokekê de tê honandin. Dîmenên film jî wê li Îzmîr û Diyarbekirê bên kişandin û heta dawiya havînê jî wê bi dawî bibe.