Navdarên Kurd: Cegerxwîn

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903 an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903 an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê.

Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya 70 salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn demekê li cem xwîsk û birayê xwe maye.

Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye.

Di sala 1927'an de keçê xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicîh dibin.

Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye.

Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyên ve du gund li jêrê avaniyê avadikin: Çêlek û Cehenem.

Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Komeleyek li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêş çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê Kurd fransizan ew komele girt.

Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhestiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz dibe serok û Cegerxwîn jî sekretêr.

Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.

Di sala 1949'an de cara yekem bû ku Cegerxwîn hatiye girtin.

Di sala 1950'yî de Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.

Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komunîstan ve bû namzadê Parlamentoya Sûriya yê.

Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî demekê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe ji nav dibin û bi Partiya Demoqratî Kurdî re dibin yek.

Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî.

Di sala 1962'yan de hikûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û pistî demekê tê berdan.

Di sala 1963'yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî demekê tê berdan, lê wî nefî dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, piştî  berdana xwe vedigere bajarê Qamislo yê.

Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav Şoresa Kurd û nêzîkî salekê li wir dimîne.

Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.

Di sala 1973'yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya  KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike.

Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûrî yê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrî yê direve û diçe Swêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Swêdê derbas dike.

Di 22'ê Cotmeh a 1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişloyê hatiye veşartin.

Li ser jiyan, xebat û nivîskariya Cegerxwîn gelek xebatên nivîskî û edebî hatine kirin.

 

Kî me Ez?

Kî me ez?
Kurdê Kurdistan
şoreş û volqan
Tev dînamêt im Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî

Kî me ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û ketat
Tev bajar û gund
Tev zmar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat

Kî me ez?
Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilînd
Ketm destê min ta sînorê
Hind Kîme ez?

Kî me ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalê mm
Dijîn tev serbest
Naxwazim. bijîm
Te ebed bindest

Kî me ez?
Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
Şahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bîxum ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan

Kî me ez?
Ez im ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîşah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji dimyat
Bipirs ji Hetîn

Kî me ez?
Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan

Kî me ez?
Ez im gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Yro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan bê nav û nekes

Kî me ez?
Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Yro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa mîdîya

Kî me ez?
Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kî me ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî

Kî me ez? .
Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok - û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin

Kî me ez?
Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan

Kî me ez?
Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xve hildim
Çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek Dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazım bi lez
Gavan bavêjim

Kî me ez?
Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxvvazin
Divên wekhevî
Em paşve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kî me ez?

 

 

Berhemên wî:

Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, (Helbest, 1945)

Dîwana Diwem: Sewra Azadî, (Helbest, 1954)

Destûra Zimanê Kurdî (Zimanzanî, 1961)

Ferheng, Perçê Yekem (Ferheng, 1962)

Ferheng, Perçê Diwem (Ferheng, 1962)

Dîwana Siyem: Kîme Ez? (Helbest, 1973)

Dîwana Çarem: Ronak (Helbest, 1980)

Dîwana Pêncem: Zend-Avista  (Helbest, 1981)

Dîwana Şeşem: Şefeq (Helbest, 1982)

Dîwana Heftem: Hêvî (Helbest, 1983)

Tarîxa Kurdistan I, II, III (Dîrok, 1985-1987)

Folklora Kurdî (Lêkolîn, 1988)

Dîwana Heyştem: Aşîtî (Helbest, 2003)

Dîwana Nehem: Salar û Mîdya (Helbest, 2003)

Dîwana Dehem: Şerefnama Menzûm (Helbest, 2003)

Reşoyê Darê (Çîrok, 2008)

Cim û Gulperî (Çîrok, 2008)