Dansa Amerîkî li Bakurê Kurdistanê belav dibe

Dansa Swîng a ji Amerîkayê li cîhanê belav bûye di nava Kurdan de jî belav dibe.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê dansek Amerîkî di demên dawîn de belav dibe. Dansa Swîng a ku ji Amerîkayê li cîhanê belav bûye di nava Kurdan de jî rastî eleqeyê tê. Hîndekarên dansê amaje dikin ku ji ber ku di nava Kurdan de hêmana govendê xurt û qedîm e Swîng di nava Kurdan de zû belav dibe.

Di sala 1929an de li tevahiya cîhanê qeyraneke giran û dijwar a aboriyê rû da ku di nava Kurdan de jî wek sala xelayê tê pênasekirin. Di wê demê de li Harlem a Amerîkayê welatiyên reşik li aliyekê li hember qeyrana aboriyê li  û li aliyekê jî li hember nijadperestiyê li ber xwe didan. Jiyan bo reşikan gelek zehmet bû û êş û azarên wan bi dawî nedibûn. Di wê demê de reşikan li dijî hemû neyîniyên jiyanê wek bersivekê dansa bi navê Swîng afirandine. Ev dansa rengîn di demên dawîn de li Diyarbekirê jî belav dibe. Hîndekarê dansa Swîng Haznî Demîr dibêje ji aliyê felsefîk û çandî ve Swîng nêzîkî çanda Kurdan e.

Hîndekarê Dansa Swîng Haznî Demîr ji K24ê re dide zanîn: "Liv ir çandekî balkêş a reqsê heye. Ji govendê tê. Ji ber wê leztir mirov dikarin xwe pêş ve bixin. Mamosteyekî rûs hatibû vir. Hînî şemame bûbû. Fîgurên ku ji şemamê hîn bûyî xist nava fîgurên Swîngê de û bi wan fîguran di pêşbaziyekê de bû duyem."

Cudahiya dansa Swîng ji dansên di ew e ku li gorî dansên din danseke azadtir e û di giyanê kesên vê dansê dikin de rewşeke pozîtîf peyda dike. Dîlan Ogûr jî yek ji xwendekarên dansa Swîngê ye ku dibêje ji berk u ew ji dansê hes dike ji bo xwe dansa herî nêzîk dansa Swîngê dîtiye.

Xwendekar Dîlan Ogûr dibêje: "Ev bû 3 meh ku ez li vê derê hînî Swîngê dibim. Dema ku ez dansa swîngê dikim ez xwe gelek azad hîs dikim. Dansa swîngê nêzîkî çanda me ye. Ji ber wê ez jê hes dikim. Hawirek baş a hevaltiyê jî li vir heye. Ji ber wê ez têm."

Gelek stranên Kurdî hene ku her çiqas behsa buyerên xemgîn dikin jî di heman demê de li ber van stranan govend jî tê girêdan, dansa Swîngê jî di nava birçîbûn, xela, nijadperestî û mirinê de wek danseke keyf û şahiyê derketiye holê û peyama wê ew e ku divê hêvî qet nemire û her dem hêviyek heye.