Weşanxaneya Avestayê cihê xwe yê nû vekir

Weşanxaneya Kurdî Avestayê di 23ê saliya xwe de li bajarê Stenbolê avahiya xwe ya nû vekir. Di çalakiya vekirina avahiya Avestayê de bi dehan romannivîs û hunermendên Kurd beşdarî kirin û diyar kirin Avesta yek ji bîra herî bi qîmet ya Kurdan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Weşanxaneya Kurdî Avestayê di 23ê saliya xwe de li bajarê Stenbolê avahiya xwe ya nû vekir. Di çalakiya vekirina avahiya Avestayê de bi dehan romannivîs û hunermendên Kurd beşdarî kirin û diyar kirin Avesta yek ji bîra herî bi qîmet ya Kurdan e.

Weşanxaneya Avestayê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi rêya kokteylekê avahiya xwe ya nû ku ev dû sal in xebatên wê berdewam bûn vekir. Avestayê 23 sal berê bi çapkirina 4 pirtûkan dest bi jiyana xwe ya weşanê kiribû. Di çalakiya Avestayê ya danasîna cihê xwe yê nû de bi dehan nivîskar, rojameger, siyasetmedar, wêjenas, helbestvan û hûnermendên Kurd ên navdar beşdar bûn û civatên Kurdî gerandin. Hemû mêvanên ku ji aliyê Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ve hatin pêşwazîkirin di heman demê de bi arzanî têra xwe pirtûkên bi zimanê Kurdî jî kirîn. Keskîn li ser vê roja taybet axivî û diyar kir, dixwazin Avesta bibe weknavendekê ku lêkolîner û meraqdarên Kurd jê îstîfade bikin.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ji K24ê re wiha axivî: "Kurdan gelek gavên destpêkê li vî bajarî li Stenbolê avêtine. Kurdistan li vir derket, Jîn li vir derket, Hêvî li vir derket, Kurt Teavun li vir ava bû û rojname li vir derket. Îro eva 20 sal e wek ku tû bi derziyê bîrekê bikolî em pey şopa wan ketin. Û me şopa Emîn Elî Bedirxan, şopa Hecî Qadirê Koyî ya Nalîn ya Zaro Axa kî bê bîra te ji aliyê Kurd heta ji me hat me xwest li ser wan berheman çap bikin û tiştên li ser wan berhev bikin ev der bibe kîtêpxaneyek û navndeke lêkolînên Kurdî."

Romannivîsê Kurd Ciwanmerd Kulek jî ragihand; Her çiqas sed sal bi şûn de siyaset, dinya, stratejî, rewş û alozî bigûherin û serdemên nû jî dest pê bikin, wê qîmeta berhemên ku Avestayê afirandine û li pey xwe hiştine hûnda nebin.

Romannivîs Ciwanmerd Kulek got: "Di qada Kurdî de Avesta belkî li gor min kêm saziya ye ku bi enerjî û mesref û maliyeteke kêmtir xelateke mezintir pêşkeşî Kurdan kiriye."

Hunermenda Kurd Gulbahar jî da zanîn, Avesta di nava jiyana wê de xwedî cihekî giring e, ji ber ku wê gelek helbestên ji pirtûkên Avestayê beste çêkirine û gotine. Ji loma jî ji bo Kurdan çavkaniyeke gelekî mezin e.

Hunermenda Kurd Gulbahar dibêje: "Demek gelek dûr û dirêj pirtûk hebûn ku em nedigîştin wan. Xwendina bi KurdÎ ji xwe ne mimkûn bû. Bi saya wan gelek tişt çêbûn. Cihê Avestayê di nava edebiyata Kurdî de cihekî gelekî muhîm e."

Yek ji weşanxaneya herî mezin ya Kurdan Avesta, digel ku di serboriya xwe ya 23 salî de bi dehan pirtûkên wê hatine qedexekirin jî, heta niha 600 pirtûkên bi Kurdî û Tirkî çap kirine û digel hemû zordarî û astengiyan ji rêya xwe venegeriya ye û xebata xwe her berdewam dike ya li ser Kurdan.