22'ê Nîsanê wek roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin

Li Kurdistanê 22'ê Nîsanê wek roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Rojnameya Kurdistanê ku wek yekem rojnameya Kurdî tê zanîn ji bo pêşketina çand û zimanê Kurdan jî di dîrokê de xwediyê cihekî taybet digire.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/eba1dd7f-fe59-4ed0-ad52-51c4c0f0bf35/RojaRojnamegeriyaKurd.ism/manifest

K24 – Stenbol

Li Kurdistanê 22'ê Nîsanê wek roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Rojnameya Kurdistanê ku wek yekem rojnameya Kurdî tê zanîn ji bo pêşketina çand û zimanê Kurdan jî di dîrokê de xwediyê cihekî taybet digire.

Rêwitiya rojnamegeriya Kurdî ku di sirgunê de dest pê kiribû tevî hemû astengiyan 118 sal berdewam e. Mîkdat Mîdhat Bedirxan dema di sirgunê de bû yekem rojnameya Kurdî da çapkirin û bi hesreta welatê xwe navê Kurdistanê li rojnameyê kir.

helbestvanê netewî yê sedsala 19'emîn Hecî Qadirê Koyî beriya avakirinê rojnameyê dibêje ev dem dema rojname û cerîde ye. Piştî 2 salan gotina Koyî rojnameya Kurdistan derdikeve.

Dema desthilatdariya Ewdilhamîdê duduyan ê siltanê Osmaniyan sansur li rojnameyê dihat kirin û çapkirina wê tim dihat astengkirin. Loma navenda rojnameyê ji Misirê birin Swîsreyê û ji wir jî birin Londonê.

Lêkolîner û dîroknas Tahîr Baykuşak dest nîşan dike ku rojnameya Kurdistanê ji sirgunê vedigere tê Stenbolê li Stenbolê rojnamegeriya Kurd dest pê dike. Wê çaxê hem pir ziman, hem pir deng, hem pir rewşenbîrî çêdibe. Ji bilî belavkirina nûçeyê, çand û zimanê Kurdan jî pêş xistiye.

Wê demê Stenbol ku paytexta Osmaniyan bû bo weşangeriya kovar û rojnameyan wek hêlîna rewşenbîrên Kurd bû. Bi taybetî deverên Sîrkecî û Bab-i Alî navenda çapemeniyê bû.

Baykuşak rojnamegeriya Kurdî di heyama Osmaniyan de di 3 beşan de dinirxîne û wiha dibêje: "Beşekî beşa Kurdistanê bixwe ye ku li sirguniyê li Qahireyê dest pê dike. Di vê demê de tenê rojnameya Kurdistanê heye û ji% 99 nivîsên wê Ewdirehmen Bedirxan yan jî Mîkdat Mîthad Bedirxan dinivîse. Di heyama duduyan de gelek kovar û rojnameyên Kurdan derdikeve. Di heyama sisiyan de dema ku mirov lê dinêre vegotina rewşenbîrên Kurdan li gor demên yek û duduyan guheriye. Her çiqas di rojnameya Kurdistanê de nivîsên Kurdî vegotinên netewî hebin jî di nivîsên tirkî de vegotinek Osmaniyan jî heye. Lê heyama sisiyan de peyamên neteweyî bi awayekê eşkere xuya dike."

Di rojnameyê de rexne li rêvebirên Osmaniyan dihat kirin bi vê taybeymendiya xwe bala rewşenbîrên Tirk jî dikişand.

Weke xwediyê wê rojname jî di sirgunê de bû. Belavkirina rojnameyê li ser xaka Osmaniyan hate qedexekirin û bi dizîka digihîşt destê xwîneran.

Nivîskar Suleyman Çevîk destpêka rojnameya Kurdistanê wek rojnamgeriyeke sirgunî dinirxîne û wiha axaftina xwe didomîne: Rojnameya Kurdistanê weke qedera Kurdan di sirgunê de rû dide û "Cihê ku tesîra dewleta Osmaniyan kêm bûye li Misirê derketiye. Rojnamegeriya Kurdan yanê rojname û kovarên ku derketine tev bi fedakariyê mirovan meşiyaye. Mirovan ji jiyana xwe ji derfetên xwe tiştekî dane û bi vî awayî ev kar çêbûye."

Rojnameya Kurdistanê, di 22'ê Nîsanê 1898'an de li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat heta sala 1902'an bi tevahî 31 hejmar hatiye çapkirin.