Komciwan Swêdiyan jî fêrî govenda Kurdî dike

Komciwan çendîn kurs hene ku, ji derveyî ciwanên Kurd, herweha Swêdiyan jî xwe fêrî govendên Kurdî dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Ciwanên Kurd li Swêdê ku di sala 1999an de hatiye damezrandin di warê belavkirin û nasandina kultur, huner û govendên Kurdî de xebatên berfereh ên hêja li Swêdê lidar xistin e.

Komciwan rêxistinek gencan e, ku bi taybet ji bo nasandina govend, muzik, ziman, şano, huner hatiye avakirin û herweha di warê werzişê de jî xebatên xwe hene.

Komciwan çendîn kurs hene ku, ji derveyî ciwanên Kurd, herweha Swêdiyan jî xwe fêrî govendên Kurdî dikin.

Temenmezinên Swêdî jî sûdê ji çalakiyên Komciwan digrin û her hefte di kursên Komciwan de xwe fêrî dans û govendên Kurdî dikin û ev yek bexteweriyê dide wan…

Navenda Komeleya Ciwanên Kurd li Swêdê - Komciwan li devera Bromma, li paytexta Swêdê Stockholmê ye.

 

 

C.B