Hunermend Karwan Kamil 2 konsert li Rojava lidar xistin

Hunermendê Kurd Karwan Kamil bi armanca lidarxistina 2 konsêrtan, seredana Rojavayê Kurdistanê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi helkefta cejna Remezanê, hunermendê Kurd yê navdar Karwan Kamil û bi armanca lidarxistina 2 konsêrtan, seredana Rojavayê Kurdistanê dike û li bajarê Amûdê û Dêrikê stranên xwe pêşkêşî hezkiriyên xwe kirin. Derbarê seredana xwe bo Rojavayê Kurdistanê hunermend Karwan Kamil ji kurdistan24 ê re got ew gelekî kêfxweş e, nemaze ku bi coşeke mezin ji alî xelkê herêmê ve hate pêşwazîkirin.

Hunermend Karwan Kamil berî niha seredana Rojavayê Kurdistanê kiriye, lê ev cara yekemîn e ku aheng û konsêrtan lidar dixe. Hunermend Karwan Kamil derbarê seredana wî ji bo Rojavayê Kurdistanê de, kêfxweşiya xwe diyar kir, nemaze ku ew bi coşeke mezin ji alî xelkê herêmê ve hate pêşwazîkirin, loma ew dibêje ku dê hewlbide xweştirîn stranên xwe pêkêşî hezkiriyên xwe bike.

Hunermend Karwan Kamil derbarê serdan û ahengên xwe li Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re got: “Kêfxweş bûm ku vê carê û di rojên cejnê de 2 konsertan bigerînim. Hêviya min ew e bikarim li dûv hest û stayla xwe, tiştekî ciwan pêşkêşî xelkê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikim.”

Herwiha got: “Bi rastî pêşwaziyeke gelekî germ li min hat kirin û ev jî gelek cihê dilxweşiyê ye.”  

Hezkiriyên deng û stranên hunermend Karwan Kamil ji hemû navçeyên herêmê berê xwe dane cihê ahengê. Cemawerên beşdar dibêjin ku şevên werzê Havînê li deverên me herdem bi şahiyên hevawa derbas dibûn, lê ji ber rewşa şer û hebûna girûpên terorîst eve çend sal in ew şahî hatibûne rawestandin, niha û piştî têkçûna DAIŞê hêdî hêdî rewş cîgir dibe û ber bi xweşiyê ve diçe û bi Hêvînê re ew şevên berê vegerin.

Derbarê vexwendina hunermendên navdar bo herêmê jî, kesên bi vî karî radibin dibêjin ku armanca wan ew e, tevgera geştûguzariyê xurt bibe û vegere rewşa xwe ya asayî û fişara derûnî jî li ser xelkê sivik bibe.