Şerefxanê Bedlîsî û Şerefnameya wî bi rêya konferansekê hat bibîranîn

Şerefxanê Bedlîsî ku di dîroka Kurdan de wekî yek ji kesayetên herî zana û hêja tê zanîn bi bi berhema xwe ya bi navê Şerefname di konferansekê de li Stenbolê hate bibîranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Şerefxanê Bedlîsî ku di dîroka Kurdan de wekî yek ji kesayetên herî zana û hêja tê zanîn bi bi berhema xwe ya bi navê Şerefname di konferansekê de li Stenbolê hate bibîranîn. Di konferansê de lêkolînên heta niha derbarê Şerefxan û jiyana wî de hatine kirin, berhemên wî û kuştina wî bi belge û nêrînên nû ji nû ve hatin nirxandin û herwiha pirtûka wî Şerefname jî di heman çarçoveyê de hate xwendin û şîrovekirin. Konferans dê di rojên pêş de di heman çarçoveyê de li Bedlîsê jî were lidarxistin.

Li Stenbolê ji aliyê Koma kar ya Akademîk û Hizirîna Bedlîsê ve derbarê Şerefname û nivîskarê wê Şerefxanê Bedlîsî de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de lêkolînên heta niha derbarê Şerefxan û jiyana wî de hatine kirin, berhemên wî û kuştina wî bi belge û nêrînên nû ji nû ve hatin nirxandin û herwiha pirtûka wî Şerefname ku behsa hikûmdar, eşîr û hozên Kurdan dike di heman çarçoveyê de hate xwendin û şîrovekirin.

Di konferansê de akademîsyen û lêkolînerên beşdar, bal kişandin ser berhem û jiyana dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî û amaje pêkirin ku, ji bo afirandina hizra neteweyî di nav Kurdan de, Şerfexan wekî siyasetmedar û zanistekî Kurd xwedî roleke gelekî girîng e û wî bi Şerefnameyê di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vekiriye.

Nivîskar û Lêkolîner Murad Ciwan ji K24ê re jî wiha li ser dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî axivî: “Şerefxan him mîrê Bedlîsê ye û gelek naskirîye. Li beşeke mezin a Kurdistanê îdaretiya wê kiriye. Wek hikûmdarekî Kurdistanê ye. Piştre bi mîrîtiyê tenê re nemaye û wî wek zanayekî Şerefname nivîsiye. Şerefname jixwe dîroka Kurdistanê ye. Ew tê de dibêje, min dîroka hikûmdarên Kurdistanê nivîsiye.”

Di gel vê taybetmendî û girîngiya xwe lêkolîneran diyarkirin ku Şerefxan nebûna serwerekî kurdan û nebûna dewleteke yekbûyî ya kurdan wekî karesateke mezin dîtiye û loma jî bo Kurdan daxwaza serwerekî ku li derûdora xwe li hev bicivîne kiriye; herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan daxwaza dewleteke yekbuyî ya Kurdistanê kiriye.

Lêkolîner Şakîr Epozdemîr jî ji K24ê re li ser Şerefxanê Bedlîsî got: “Şerefxan di şerefnameyê de 133 caran gotiye Kurdistan. Û dîroka wî dîroka Kurd û Kurdistanê ye û ya qedîm e. Di pirsa netewî û milî de jî gavin baş avêtiye.”

Di konferansê de lêkolînerên beşdar diyarkirin ku ew nêrîn û xebatên Şerefxan yên derbarê netewa Kurd û Kurdistanê de divê di bernameyên partiyên Kurd yên niha de jî cî bigirin. Konferansa Şerefnameyê dê di rojên pêş de di heman çarçoveyê de bi awayekî berfireh û navneteweyî li Bedlîsê jî were lidarxistin.