Keyhan Kelkur konserta xwe ya Stenbolê hilweşand

Mûzîkjenê Kurd ê navdar Keyhan Kelhur ku biryar bû li Stenbolê konsertekê pêşkêş bike, lê ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, konserta xwe hilweşand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mûzîkjenê Kurd ê navdar Keyhan Kelhur ku biryar bû li Stenbolê konsertekê pêşkêş bike, lê ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, konserta xwe hilweşand.

Mûzîkjenê Kurd ê ji bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Keyhan Kelhur xwediyê albumên mûzîkî ye û kar bi gelek hunermendên cîhanê yên navdar re kiriye.

Li konsertekê ku duhî 11 Cotmehê li Londonê birêve çûbû ragihand, wek piştevanî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re û şermezarkirina zulma li Kurdan tên kirin, konserta xwe li Stenbolê rawestandin, biryar bû di çend rojên bê bihata kirin.

Keyhan Kelkur konserta xwe ya Londonê bi pêşkêşkirina lorîneke Kurdî ji zarokên Rojavayê Kurdistanê re bidawî kir.

 

S. B