Nivîskar Şahîn Siwêreklî li Almaya pirtûkên xwe îmze kirin

Rojnamevan û Nivîskarê Kurd Şahînê Bekirê Siwêreklî xwedî çendîn berhemên wêjeyî û siyasî ye, ji Australiya bi serdanekî çûye Europa û çendîn semînar û ahengên îmzakirina pertûkan encam dide .
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Rojnamevan û Nivîskarê Kurd Şahînê Bekirê Siwêreklî xwedî çendîn berhemên wêjeyî û siyasî ye, ji Australiya bi serdanekî çûye Europa û çendîn semînar û ahengên îmzekirina pertûkan encam dide .

Bi hevkariya Komela Rengîn ya Dusseldorfê û bi amedebûna bi dehan nivîskar û rewşenbîrên Kurd, Siwêreklî berhemên xwe xwandin û hizrên xwe yên wêjeyî û netewî bi camewerê beşdar re parve kirin.

Nivîskarê Kurd Şahînê Bekirê Siwêreklî ji K24ê re got: “Min ji bo piştgîriya miletê xwe xebata siyasî kir û xebata wêjeyî jî ji bo zimanê Kurdî û bi taybet yê Kurmancî, ji ber ku rewşa Kurmancî gelekî ji ya Soranî xiraptir e, ne xwendegehên me hene û ne dezgehên me hene.”

Piştî derçûna Siwêreklî ji zanîngeha Mûnchen ya Elmanya, ew ber bi Austuralya diçe û li wir berdewamîyê dide xebat û tekoşîna xwe, ligel xebata siyasî û wêjeyî, di radyoa Austuralî beşa Kurdî de kar dike.

Şahîn Bekirê Siwêreklî xwedî 4 pirtûkên çapkirî ye û bi sedan gotar û nivîsên wî bi zimanên Inglîzî, Elmanî, Kurdî û Erebî Li weşanê cuda hatine belav kirin