Li Qamişlo pêşangeha Şopdarên Rojê lidar ket

Li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan di bin navê “Şopdarên Rojê” de hate li darxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan di bin navê “Şopdarên Rojê” de hate li darxistin. Tabloyên numayişkirî jiyana şervanan û xelkên sivîl li deverên ku şer li rûdane nîşan didin, komîta amadekar dibêje, armanca sereke ji pêşangehê ew e, ev wêne dîroka niha belge bike da ku di paşerojê de pêşkêşî nifşên nûhatî bibe.
Di bin navê Şopdarê Rojê de pêşangeheke wêneyên ku jiyana rojane ya sivîl û şervanan li deverên ku şer lê rûdan wek Efrîn, Minbic û kobanê li bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Nêzî 100 tabloyên curbecur di pêşangehê de hatine numayişkirin.

Li gorî komîta amadekar dibêje, di 27 meha Îlûna bûrî de ji bajarê Dêrikê dest bi vê çalakiyê kirine û li gelek bajar û deverên herêmê wek Girê Spî û Kobanê tabloyên xwe numayiş kirin û qonaxa dawî wê li bajarê Qamişlo bû.

Wêneyên pêşangehê ji alî hin endamên saziya Şopdarên Rojê ve hatine kişandin û li gorî wan wênekêşan ji heyama salekê ve rewşa şervan û sivîlan dişopînin û mebesta wan jî ku ev wêne bibin mîna belgeyan di paşerojê de.

Saziya Şopdarên Rojê di 1 meha Çileyê sala 2018an de hatiye damezrandin û ji hin beşan pêk tê, wek beşê Dîtbariyê ku ev pêşangeh amade kirine, herweha beşê Nivîskaran jî hijmarek pirtûk nemayiş kirin.

Di dawiya çalakiyê de xebatkarên saziyê û kesên alîkar bi vê pêşangehê re hatine xelatkirin bi hêviya ku ev çalakî li Heleb û Şehbayî jî bê lidarxistin.