Di dengbêjiya Kurdî de rêçên jineke Kurd Gazîn

Dengbêj Gazîn ku di 20’ê Tebaxa 2018’an de, koça dawî kir, li pey xwe rêç û şopên jin û dengbejeke Kurd hişt.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan  

Dengbêj Gazîn ku di 20’ê Tebaxa 2018’an de, koça dawî kir, li pey xwe rêç û şopên jin û dengbejeke Kurd hişt. 60 sal Jiyana Gazîn wek kevaniya mala xwe, wek dengbêjeke navdar û têkoşereke hebûna xwe û çand, ziman û welatê xwe derbas kiriye.  Malbat, heval û şagirtên wê, bi serbilindî û dilsojî behsa serpêhatiyên Gazîn kirin.

Dengbêja Kurd Gazîn, heta ku çû ser dîlovaniya xwe jî, wek evîndareka dengbêjiya Kurdî bû. Dengbêj Gazîn 14 albumên dengbêjî li pey xwe hişt. Lê tenê ne bi dengbêjî, bi projeyên ku ji bo danasîn û berdewamiya dengbêjî birêvebir û hewldanên wê yên ji bo xwe da qebûlkirin bi civakê û têkşîna wê ya ji bo çand, ziman û welatê xwe rêç û şop peyda kiriye.

Gazîn, ji zarokatiya xwe ve, dengbêjiyê wek awaz û ravekirina êş, şahî, xem û bêriyên dilê xwe li ser zar û zimanê xwe gerand, heta ku koça dawî kir. Gazîn heta sala 1993-94’an dengbêjiyê, li derdorê xwe û di şahiyan de dike. Piştî ku di wan salan de yekem albuma xwe derdixe jî, bi pêkutiyên civakî kêmderfetiya cinsê jinê dijî. Lê ew tu car paş de gav nabêje û hûrguliyên dilê xwe bi denbêjî dilûre.

Hevala Gazîn Dengbêj Seîde ku di sala 2010’an de hevûdu nas dikin, ji bo Kurdistan24 radigihîne ku Gazîn li Serhedê pêşengiya dengbêjiya jinan dikir û hewla ku ev çanda kavnera winda nebe û jin jî bi serbestî bikarin dengbêjî bikin dida. Seîde balê dikşîne ku di nav civakê de, hêj jî dengbêjiya jinan nehatiye pejirandin û Gazîn jî li gel wan hemû zehmetiyan 17 sal têkoşîn dabû û êdî derfetê ku ew  û jinên din jî li gel wê dengbêjî bikin peyda kiriye.

Hevala Dengbêj Gazîn Dengbêj Seîde ji K24ê re wiha axivî: “Ez careke ji ber nexweşîna xwe hatibûm Wanê, birayê got: ‘li vir mala dengbêjan heye, jineke dengbêj  jî li wê heye  û gelek xweş dibêje, bi me kesî qayil nabe. Gelo tu dixwazî werî bibêjî?’Em hatin Gazîn li wê rûniştîbû, dema em hatin rabû û got: ‘Keçê min serê daye vê rêyê, rêya dengbêjiya Kurdî, li ser jiyana jinê, li ser tadaya ku li jinê tê kirin heta saxbim ezê bibêjim.’  Min got ‘ka tu van sitranan dibêjî çi jê bidest dixî?’got ‘ keçe emê her rojekî bimirin bila navê me bimîne li dinê.’ Gazîn jineke pak û paqij bû, Gazin jineke gelek cidî bû, Gazîn jineke mêranî bû, ne wek jinên ji rêzê bû. Te baweriya xwe dianî ku tu pêra biçî her derekî. Çend caran ez bi dizî ji bo wê hatim. Dema bernameyan amade dikir, bom in telefon dikir, digot were em bername çêbikin. Gundê me jî dûr e, em li sînorê Îranê ne, Ez dihatim Nordizê, ji wêrê dihatim Wanê û pişre dihatime vê dere. Ji bo wê dihatim.”

Ev keç û xort jî şagirtê Gazînin ku dengbêjiyê ji bo wan mîrate hiştiye. Gulîstan, Sûat û Mehkûm radighînin ku Gazîn hem dengbêjî fêrî wan dikir, hem jî wek dayîkekî bi wan re pêwendîdar bûye û dê ewê jî hewla domandina şopa wê bidin.

Şagirta Gazînê, Gulîstanê got: “Daxwaziya serekî ya Gazîn ew bû ku dengbêjên jin bipêşkevin. Digote min dema ez bimirim, tu dengbêjî berdewam bike. Ez niha 24 salî me, ez li gel wê bûm, li gel wê mezin bûn û li gel wê fêr bûm. Ezê ji bo daxwaziya wê bicîh bînim ji destên çi were ezê bicîh bînim.”

şagirtê Gazînê  Sûat: “Min jê re sitranekî xwend, lê pir kêfxweş bû, yanî di vî temenî de, bi dengbêjî re eleqederiya min gelek wê kêfxweş kir. Me pêkve çend konsertan jî lidarxist. Mamoste miroveke gelek baş bû û gelek suda wê gihişte me. Înşelah em daxwaziya mamoste nakujin.”

Dengbêj Gazîn, 14 albûmên dengbêjî derxistiye ku dema zêdetirê wan albuman derdixe jî nasên wê yên ku dengê wê gohdarî dikin jî nizanin ku ew deng yê wê ye.  Gazîn sedema vê jî pêkutî û şermezariyên civakê ku li hember jinên dengbêj dihat kirin nîşan dida. Lê bi taybet piştî sala 2010’an Gazîn êdî bi aşkereyî dengbêjî kir û ji aliyê raya giştî ve jî hat nasîn.