Fîlmên Yusif Şahîn li Festîvala Filman a Dihokê tên nimayişkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Filmên mezintirîn derhênerê Misrî Yosif Şahîn (1926 - 2008) dê di Festîvala Heftemîn a Filman a Dihokê yan Navdewletî de tên nimayişkirin.
Şahîn xwediyê bêhtir ji 50 filmên hêja ye û navekî mezin di sînemaya Erebî de ye. Di piraniya karên xwe de, wî rexne li hikûmeta Misrî kiriye û newekheviya civakî û tundrewiya ayinî şermizar kiriye.
Wêrekiya wî di berçavkirina hindek tewerên hestiyar bûne, eger hindek filmên wî bêne sensorkirin. Li sala 1997 xelatê Lifetime Achievement Award li Kanê wergirtiye.
Festîvala Heftemîn a Filman a Dihokê yan Navdewletî ji 9 ta 16 Îlonê bi rê ve diçe û di çîrokên fîlam jî de jî zêdetir ronî hatiye xistin ser pêkvejiyan û hevqebûlkirinê, bi taybet li Rojhilata Navîn.
S. B