Mem û Zîn li ser dika şanoya dewletê hat pêşandan

Berhema Feylozofê Kurd Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn, li ser dika Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê hat pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berhema Feylozofê Kurd Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn, li ser dika Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê hat pêşandan. Berhema Mem û Zîn ku di qada hunerî ya cîhanê de tê zanîn; bi berhevkariya 2 saetan hat amadekirin û lîstika ku 2 şevan hat pêşandan, ji aliyê xelkê bajêr ve rastî eleqeyeke zêde hat. Lîstikvanên Mem û Zîn da zanîn ku lîstik rastî eleqeyeke zêde hatiye û dê bi rêya tûrneyan pêşandana vê lîstikê li bajarên cuda berdewam bike.

Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê, ji bo amadekariyên lîstikeke navdar a ji çanda Kurdan di nav liv û tevgerê de ye. Ji ciwanan heta kesên navsere, ji bo lîstika ku dê 2 saetan dewam bike; li hev civiyane. Lîstik li ser Berhema Mem û Zîn; encama serpêhatiya evîneke bêencammayî ya ku ji pênûsa Feylozofê Kurd Ehmedê Xanî gihîştiye çend nifşên nû yên Kurd e. Lîstikvanê Şanoya Dewletê Mûstafa Tûran ê ku di lîstikê de rola Beko Awan girtiye ser xwe, dibêje; berhem aîdê vê axê ye lê taybetiya wê bûye sedem ku li hemû herêman nirxê xwe biparêze.

Mûstafa Tûran ji K24ê re got: "Dibe ku ev çîrok aîdê vê herêmê be, lê li hemû herêmên Tirkiyeyê tê zanîn û ji bo guhên welatiyan, ne çîrokeke biyanî  ye. Ev, serpêhatiya evîneke bêencam e. Serpêhatiya ciwanên ku hewila gihîştina hev didin e. Ferhat û Şîrîn, Leyla û Mecnûn, Mem û Zîn; hemû serpêhatiyên wekî hev in ku cegera mirovan disotin. Lîstina vê lîstinê, bi rastî hesteke cuda ye. "

Çîroka Mem û Zîn a ku di nav qada hunerî ya cîhanê de jî hatiye pesendkirin; li Diyarbekirê bi kelecan hat pêşwazîkirin û li gorî lîstikvan dibêjin; dê pêşandana lîstikê li bajarên bakûr û Tirkiyeyê dewam bike. Destpêka lîstikê, wekî destpêka berhemê; bi kêf û şahiya Newrozê dest pê dike û bi stranên Kurdî û gerandina govendê; kelecana êş û azarên berhemê bi temaşevanan re tê parvekirin. Şanoger Halîl Îbrahîm Kaçmaz; şanogerekî Kurd ê Şanoya Dewletê ye. Kaçmaz jî bi rola Çeko yê birayê Tacdîn li ser dikê ye.

Halîl Îbrahîm Kaçmaz dibêje: "Lîstina  vê lîstikê, bi rastî ji bo min gelek taybet e. Lewra serpêhatiya av û axa me ye û ez jî di nav vî karî de cih digirim. Ev yek jî dibe sedem ku mirov kelecanî bibe. Helbet ev hest ji bo hemû lîstikvanan derbasdar e."

Lîstika Mem û Zîn; bi tîmeke ji 32 kesan pêk tê û di encama xebat û amadekariyên dûvdirêj de êdî li ser dika Şanoya Dewletê ye. Lîstika ku ji berhema navdar a Ehmedê Xanî hatiye derhênandin; ji aliyê derhêner Cûma Boynûkara ve hatiye pergalkirin. Bi vê pêşandanê re evîna Mem û Zîn, gaveke din jî ber bi nemiriyê ve hat birin.