Li Kobanê yekemîn perwerdeyê şêwekariyê hat vekirin

Bi armanca fêrkirina hunera şêwekariyê, li bajarê Kobanê yekemîn perwerdeyê şêwekariyê hat vekirin, ku 25 şagirt tê de perwerde dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Bi armanca fêrkirina hunera şêwekariyê, li bajarê Kobanê yekemîn perwerdeyê şêwekariyê hat vekirin, ku 25 şagirt tê de perwerde dibin.

Rojane şagirtên şêwekariyê berê xwe didine vê mersemê ta ku fêrî şêwekariyê bibin û xwe di civakê de wek şêwekar bidine nasîn. Nadiya hisên mamosteya felsefê ye ji berî 2 mehan ve li vir amede dibe û hewl dide ku asta xwe di şêwekariyê de roj bi roj bilind bike.

Nadiya dide zanîn ku şêwekarî yek ji dermanên psychology ên mirova ne, nemaze di rewşên şer de û ev huner fişara derûnî ku li ser xelkê tê kirin sivik dike.

Di vê mersemê de 25 şagirt têne perwerde kirin ku li ser 4 grûpan hetine belav kirin. Li gorî Mihemed Şahîn mamosteyê pispor di şêwekariyê de, şagirtên wî ji hemû temenan e û ji kesên xwedî behre ne. Herwihe da zanîn ku niha û ji bo navtêdanê bi şagirtan re kar dike ku pêşingeheke taybet ji tabloyên wan re di nêzîktirîn dem de lidar bixe.

Tê zanîn ku ev cara yekemîn e perwerdeyeke bi vî awayê li kobanê ji aliyê şêwekarekî ve tê pêkanîn, ku berî krîza Sûriyê karê şêwekariyê gelekî kêm bû ji ber ku şêwekarên deverê ji derveyî welat bûn, heweha ti giringî ji aliyê civakê ve jî tune bû.