Sînemakareke Kurd bo derbara jîyanê karkerî û piştîberîyê dike

Sînemakarek ji rojhilatê Kurdistanê rojane ji bo dabînkirina debara jiyana xwe û malbata xwe, karkerî û kolberiyê dike. Ew sînemakar beşek ji jiyana xwe, di rêya fîlm û wêneyan de nîşanî raya giştî ya cîhanê da ye, û çendîn xelatên navdewletî wergirtin e.

K24- Hewlêr

Sînemakarek ji rojhilatê Kurdistanê rojane ji bo dabînkirina debara jiyana xwe û malbata xwe, karkerî û kolberiyê dike.

Ew sînemakar beşek ji jiyana xwe, di rêya fîlm û wêneyan de  nîşanî raya giştî ya cîhanê da ye, û çendîn xelatên navdewletî wergirtin e.

Rojane ji bilî karkerî, piştîberîyê  jî dike, lew filmên wî pişkekin ji jîyana wî, jîyan li ser sinûr, karkerî,piştîkêşan di berhemên wî de reng vedane. Evê yekê jî weha kirîye ku bibe sînemakareke mezin. Ew bi xwe sînaryoyan dinivîse, derhînanê dike, montac û karên teknîkî û hunewrî jî her bi xwe li mal dike.