Keça Kurd Nûjîn xelata Human Rights Watch werdigire

Nûjîn kêmendam e lê li gelek welatên cîhanê digere û peyama xwe bilav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Nûjîn keçeke Kurd e li Almanya dijî. Ew berî sê salan penaberî Almanya bûye. Lê ne weke hemû penaberan, wê navûdengekî mezin peyda kiriye û bûye nimûneyek ji bo xebat û tekoşînê di ber mafê mirovan de. Nûjîn kêmendam e lê li gelek welatên cîhanê digere û peyama xwe bilav dike. Doza mafê kêmendam û penaberan dike û nêzîk diçe Australiya û xelata Human Rights Watch werdigre.

Keça Kurd a ji Kobnê Nûjîn peyama aştî û mafê mirovan belav dike û li vê dawiyê navê wê ji bo xelata Human Rights Watch hate ragihandin û biryar e meha Nîsanê li Australiya bê xelatkirin.

Nûjîn Mustefa ji K24ê re dibêje: “Mirov dixwaze ji hemû cîhanê re karê baş bike, lê mirov bêhtir dixwaze ji kar ji bo gelê xwe bike. Hevaleke min ez agahdar kirim ku ez bûma kandîda xelata Human Rights Watch, ev jî xelateke gelekî cuda ye.”

Nûjîn ne tenê ji aliya rêkxiraw û dezgehan ve tê xelatkirin, lê ew bûye nûnera Tîma Barcelona ya Ispanî ji bo projeya amedekirina  14 hezar yarîzanên zarok ên hejar li cîhanê.

Ji bo kêmendamên Kurd û cîhanê Nujîn dibe semboleke hêviyan û çavê wê li beşdariya li Netewên Yekgirtî yan Encûmena Asayişa Navdewletî ye .