Konsera Flamenco li Keleha Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozxaneya Îspanyayê li Iraqê, li paytexta herêma Kurdistanê, bi piştevaniya Hukimeta herêma Kurdistanê konserek flamenco, di roja duşemiyê (05 Mijdar) de lidar xist. Aheng li Keleh a Hewlêrê birêve çû.
Gelek beşdarvan ên navxweyî û biyanî, nûnerên fermî yên welatên biyanî amadeyî konserê bûn û bi balkêşî li konserê temaşe kirin.
Herweha Balyozê Ispanya li Iraqê Juan Jose Escobar di konserê de amade bû û ji Kurdistan24 re ragihand, ahengek serkeftî û xweş li Hewlêrê pêkhat. Jiber ku me karî 2 ji baştirîn nerîtên kultura cîhanî bigihînin hevûdu.
Herweha diyarkir, ezmûna me li Kurdistanê cuda bû. Me hest kir, beşdarvanên ahengê ji ziman û semaya me tê digihin.
C.B