Kawa Nemir zêdetir ji 7 hezar helbest wergerandine Kurdî

Helbestvan, wergêr û nivîskarê gewre yê Kurd Kawa Nemir yê ku heta niha ji ingilizî 7000î zêdetir helbest wergrandine Kurdî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û helbestvanê binav û deng Kawa Nemir ku berhemên nivîskar û helbestvanên Ingilîz, Emerîkan,Îrlandî û Tirki kirina malê Kurdî û li Enqera paytexta Tirkiyê danasîna pirtûka xwe ya nû kir. Kawa Nemir derbarê wêjeya Kurdî got hewceye xwînerên Kurd xwedî zimanê xwe derkevin nexwe dê wêjeya Kurdî jî winda bibe.

Helbestvan, wergêr û nivîskarê gewre yê Kurd Kawa Nemir yê ku heta niha ji ingilizî 7000î zêdetir helbest wergrandine Kurdî û di heman demê de bixwe jî bi dehan berhemên wî hene Li Enqerê derket pêşberî xwînerên xwe. Kawa Nemir yê ku ji Îdirê hatiye dinê û eslê xwe ji Gevera ser bi Colemêrgêye û neviyê Ehmedê Xanî ye di çarçoveya danasîna berhama xwe ya nû ya bi navê "Morana Gerdûnê" de li ser rewşa wêjeya Kurdî nêrînê xwe ji Kurdistan 24ê re parve kir.

Helbestvan Kawa Nemir got: “50 milyon Kurd ku hene û xwedî zimanê xwe ne, heger îro ro û ev 40- 50 salên pêşiya me eger xwedînî zimanê xwe nekin, Wêjeya xwe ne şopînin nedin pey kelama kurdî, piştî 50î salan dibe ku ev hemû berhemên kurdî ê sedan salan ehatine parastin belî bibin malê muzexaneyan. ”

Nivîskar Nemir li ser rewşa xwînerên Kurd jî got taybetî li Bakurê Kurdistanê rêjeya xwandina Kurdî gelek kêm e û ciwan bi hincetan kurdî naxwînin.

Kawa Nemir got jî: “Asta xwendinê li ba ciwanên Kurdistanî gelek û gelekî kêm e. Herwiha em dizanin aliyekê sedem gelekin bes em dizanin ev sedem divê nebin hincet ji bo xwîneriyê yan jî xwandina baş. Li Bakurê Kurdistanê taybetî ev rewş ji hemû beşên din yê Kurdistanê xirabtire mixabin.”

Kawa Nemir Di vê şeva danasîna berhema xwe de ji bo xwîner û guhdarên xwe jî ji berhemên xwe çend helbast xwendin.