Çîroka dengbêjekê Kurd li Enqereyê

Xwedîyê vê deng û awazê Dengbêj İbrahim Unlü ye ku ew bi terz û şêweya Dengbêj Şakiroyê rehmetî klaman distirê… Dengbêj Îbrahîm Unluyê ku ew 15 sal in ji bo debara malbata xwe bike ji welatê bav û kalan ji gundê Îlanlîya Qereyazîya Erziromê berê xwe daye xerîbî û xurbetê û li Enqereya paytexta Tirkîyeyê bicih bûye, dîsa jî li gel ew li înşeatan karkerî dike jî dev ji dengbêjîyê bernedayê û heta ji destê wî hatîye di civat û cimaetên Kurdên Enqereyê da bi stran û klamên xwe cih girtîye…

K24- Ebqere

Dengbêjê Serhedî ji me ra qala destpêkirina dengbêjîya xwe dike. Îbrahîm Unlu dibêje, hostayê wî yê ewil dayîka wî bûye û gelek dengbêjên Qereyazîyê jî tesîrê daye ser wî.

Îbrahîm Unlû – dengbêj, dibêje: "Di piçûktî da hewesa min bo dengbêjîyê hebû hema. Dûra min kasetên Dengbêj Şakiro dîtin…"

Îbrahîm Unlu di xortanîya xwe da dema ku Dengbêj Şakiro li Îzmîrê bûye, xwestîye ku wî bibîne, lê belê Şakiro li dawetekê Kurdan bûye, ji loma jî wî nedîtîye û ev yek jê ra bûye meraq û di dilê wî da maye. Lê belê piştî wextan ew Dengbêj Şakiro di xewna xwe da dibîne û Şakiro tasa şerbetê dirêjî wî dike…

Îbrahîm Unlü – dengbêj, got: "Ez çûm mala Şakiro ya Îzmîrê lê ew ne li mal bû…"

Ev xanîyê ku ji ber qaçax e wê di nava çend salan da bê xirabkirin, mala Dengbêj Şakiro ye. Şahê dengbêjan Şakiro di sala 1983an de ji Qereyazîyê tê Enqerê û vê xanîyê ji xwe ra çêdike û bi qasî 3 salan li vê malê dijî. Heta berîya du salan jî dengbêj Îbrahîm Unlu û dengbêjên li Enqereyê mehê carekî dihatin vê malê û bo bibîranîna Şakiro şevbûhêrkên xwe bi klam, stran û çîrokên berê ra derbas dikirin. Daxwaza Unlu ev e ku Kurd xwedî li mala Dengêj Şakiro derkevin û vê malê bikin muze.

Îbrahîm Unlü – dengbêj, dibêje: "Divê ev xanî xirab nebe û bibe muze."

Dengbêj Îbrahîm Unluyê 47 salî ji 15 salîya xwe pê ve li dawet û cimaetan da dengbêjîyê dike…Dengbêjê ku nêzî 300 klam û stranên Kurdî jiber xwe vedibêje, ji xeynî çend klaman hema hema hemû klamên Dengbêj Şakiroyê ku wî ji xwe ra wek hosta û mamoste dibîne dizane. Dengbêj Îbrahim Unlu berîya 3 salan CD'yeke klamên dengbêjîyê derdixe. 3 klam aîdê wî ne û klamên mayî jî ên Dengbêj Şakiro ne.