Li Qamişlo Şeşemîn Mihrîcana Çand û Hunerê destpê kir

Di heyama 5 rojan de hejmarek ji helbestvan, çîroknivîs û şanoger dê beşdariya mehrîcanê bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo Şeşemîn Mehrîcana Rojava ya Çand û hunerê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve tê li dar xistin. Di heyama 5 rojan de hejmarek ji helbestvan, çîroknivîs û şanoger dê beşdariya mehrîcanê bibin, herweha hin simîner û filmên sînemayê jî cihê xwe di mehrîcanê de digrin û di roja şeşan de xelat dê bêne belav kirin.

Li jêr diruşma “Efrîn Nasnameya Xwînê, Ezmûna Jiyanê ye” Şeşemîn Mehrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, roja xwe ya yekemîn despê kir.

Li gorî Komîta amadekar ev sala diwemîn e heman diruşim ji mehrîcanê re tê hilbijartin û armanca wan jî ewe ku di riya mûzîk, helbest, çîrok û şanoyê re balê bikşînin ser rewşa Efrînê û pêwistiya vegera Efrînê ji xelkê wêre û rawestandina kiryarên nijaperst wek dizî û talaniya samanên xelkê û guherîna demografî ku li Efrînê tê kirin.

Li ser dirêjahiya 5 rojan hejmarek ji helbestvan, şêwekar, çîroknivîs û şanoger dê berhemên xwe pêşkêş bikin, herweha çend filmên sînemayê jî dê bêne numayişkirin. Programê mehrîcanê bi komeke mûzîkê ku ji xelkên Efrînê ne û li bajarê Qamişlo cih digrin despê kir. Herweha di hola mehrîcanê de pêşangeheke şêwekariyê jî ku hin tabloyên taybet li ser Efrînê hatine çêkirin pêşwaziya mêvanan kir.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hijmarek ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve li Ewropayê hate damezrandin, piştî peydabûna ewlehiyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê, şaxê xwe li Rojavayê kurditsanê jî ava kir. Di 16 Hezîrana bûrî de li bajarê Vobirtal li Almanyayê heman mehrîcan ji aliyê şaxê Ewropayê ve hate lidarxistin.

5 rojan çalakiyên mehrîcanê dê bêne pêşkêşkirin û di roja şeşan de mihrîcan bi dawî dibe û xelata mihrîcanê ya afrandinê dê bê aşkerekirin.